Danûstandinên wezîrên derve yên Rûsya û Îranê hatin deregxistin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku danûstandinên çaverê bûn ku 17`ê Çileyê anku sibe di navbera wezîrên karên devre yên Rûsya û Îranê de li dar kevin, heta demekê hatin derengxistin.

Danûstandinên wezîrên derve yên Rûsya û Îranê hatin deregxistin
16 ÇILE, 2023   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku danûstandinên çaverê bûn di navbera wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Îranê Huseyn Emîr Abdullahian de di 17`ê Çileyê de bêne lidarxisitn, heta demekê hatin derengxistin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova demeke berê ragihandibû ku Lavrov dê danûstandinan bi Abdullahian re di 17`ê Çileyê de li dar bixe.

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emîr Abdullahian şemiyê gihaştibû Şamê û bi serok Beşar El Esed re civiya.

Çavkaniyên çapemeniyê ragihandin ku danûstandinên El Esed û Abdullahian derdora 3 saetan berdewam kiriye û El Esed, Abdullahian bi geşedanên dawîn ên girêdayî nêzîkbûna bi aliyê Tirk re agahdar kiriye.

Beriya bigihêje Şamê, Abdullahian serdana Lubnanê kiribû ku 3 roj berdewam kir. Di serdanê de bi hempîşeyê xwe yê lûbnanî Ebdullah Bû Hebîb, serokê parlamenotyê Nebîh Berî, serokê hikumeta demkî Necîb Mîqatî, gelek kesayên siyasî û nûnerên partiyên lubnanî û filistînê re civiyabû.

Çaverêbû ku Abdullahian piştî Şam û Beyrûtê, hefteya bê serdana Moskovê bikira û bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov re biciviya, ji bo berdewamkirina plansaziya hevbeş a têkildarî lihevkirina nukleerî, lihevkirina avakirina herêmeke bazirganî ya serbest di navbera Îran û Rûsyayê de û nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de nîqaş bikin.

(şx)