Mihemed Mûsa: Divê Kurd sûdê ji berxwedana gerîla werbigirin

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tunekirina gerîlayan, gel bêdeng bike û hêza wî têk bibe. Mûsa anî ziman ku gerîla berxwedaneke lehengan e didin raberkirin û Rêveberiya Xwerser ji wê berxwedanê sûd werdigire.

Mihemed Mûsa: Divê Kurd sûdê ji berxwedana gerîla werbigirin
30 kanûn, 2022   06:49
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Têkildarî pêvajoya ku Kurdistan û gelê wê tê re derbas dibe, Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ji ANHA`ê re axivî.

'JI BO DEWLETA TIRK ROJAVA DERIYÊ ZIRARDAYÎNA TEVAHÎ KURDISTANÊ YE'

Mihemed Mûsa bal kişand ser rewşa li Kurdistanê li gel êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û serhildana gelan li Rojhilatê Kurdistanê ya li hember dewleta Îranê û got: “Bi hezaran kes di girtîgehan de ne û rastî zextê tên. Bi dehan kes tên darvekirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî Erdogan dixwaze destkeftiyên şoreşê têk bibe. Li gor dewleta Tirk, bi têkbirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê re ew ê zirarê bighîne tevahî parçeyên Kurdistanê. têkbirina Şoreşa Rojava ji bo wê deriyê zirardayîna hemû Kurdistanê ye.”

Mihemed Mûsa destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelê Kurd e û vê eşkere jî tînin ziman û dibêjin 'Em hebûneke kurdî li ser sînorê xwe qebûl nakin' û wiha axaftina xwe dewam kir: “Di nava Rêveberiya Xweser de hemû pêkhate cihê xwe digirin, lê Erdogan bi israr e 'ew Kurd in û Rêveberiya Xweser wek sîwanekê ji xwe re dibînin'. Ev tê wateya ku Kurd li her deverê hedefa dewleta Tirk e.”

Di axaftina xwe de Mihemedê Mûsê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir ew dixwaze gerîlayan tune bike û wiha dewam kir: “Bi tunekirina gerîla re dixwaze gel bêdeng bike, hêza wî têk bibe.”

'RÊVEBERIYA XWESER SÛDÊ JI BERXWEDANA GERÎLAYAN DIGIRIN'

Mihemed Mûsa anî ziman ku gerîla li hember êrişên dewleta dagirker berxwedaneke lehengane raber dike û wiha domand: “Em ê bi wê berxwedanê bighêjin serkeftinê. Divê Kurd li her devera Kurdistanê sûdê ji berxwedana gerîlayan werbigirin. Rêveberiya Xweser tekez sûdê ji berxwedana gerîlayan werdigire.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa diyar kir ku doza kurdî di van çend salan de bû dozeke navneteweyî, cara yekemîn e di dîroka Kurdan de doza wan di asta navneteweyî pê tê axaftin û got ku ev bi fedakarî û bedelan hatiye bidestxistin. Mûsa da zanîn ku erka her Kurdekî ye ku xwedî li doza xwe derkeve, li gorî pêvajoyê amade be.

Mihemedê Mûsê da zanîn ku divê gel hêviyê ji dewletên herêmî neke, ji ber ew dagikerên Kurdistanê ne û got: “Divê itîfaqa mala kurdî çêbibe. Bi vê itîfaqê wê rola me mezintir bibe, dê dijmin jî hesabê jê re bike.”

ANHA