​​​​​​​Şêniyên Minbic: Em nahêlin dewleta Tirk DAIŞ′ê zindî bike

Şêniyên Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca ewlehiya herêmê tevlihev bike û DAIŞ′ê zindî bike êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin

​​​​​​​Şêniyên Minbic: Em nahêlin dewleta Tirk DAIŞ′ê zindî bike
30 kanûn, 2022   06:05
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Li gel êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û mijûlbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li dijî van êrişên artêşa Tirk a dagirker, çalakiyên şaneyên çeteyên DAIŞ′ê  zêde bûn.

Di 26′ê Kanûnê de şaneyên çeteyên DAIŞ′ê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa El Diriyê ya li bakurê rojavayê Reqayê kir û duh jî li rojhilatê Reqayê êrişî dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê Sebah Ebdullah El Elî wiha got: "Ew derfetê nadin ku DAIŞ′ê ji nû ve zindî bibe, hemû dizanin ku DAIŞ′ê û dewleta Tirk yek in."

Sebah têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ′ê ya li dijî Reqayê wiha domand: "Ew kirkyarekî terorîst e. Dewleta Tirk şaneyên xwe ji bo tevliheviyê çêke û îstîqrara herêmê bin pê bike bi kar tîne. Lê em nahêlin ev yek pêk bê û em ê heta dawî li ber xwe bidin."

Têkildarî heman mijarê, Hesen El Hisên jî wiha got: "Piştî dewleta tirk a dagirker di plana xwe ya şikandina vîna gelê de bi bin ket, rêbazeke din bi kar anî. Ew jî hedefgirtina gel bi rêya zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê ye. Ev yek ji siyasetên qirêj ên dewleta Tirk e û nîşaneya vê yekê, êrişa şaneyên DAIŞ′ê li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê."

El Hisên wiha dawî li gotina xwe anî: "Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên qirêj ên zindîkirina DAIŞ′ê li herêmê pêk bîne û em amade ne bi QSD′ê re li hember van êriş, planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û ewlehî û îstîqrara herêmê biparêzin."

(fr)

ANHA