​​​​​​​Di roja duyem a Operasyona Birûska Cizîrê de 52 çete hatin girtin

QSD′ê da zanîn ku di roja duyemîn a Operasyona Birûska Cizîrê de ku li herêmên Hol û Til Hemîsê dane destpêkirin, 52 çeteyên DAIŞ′ê girtine.

​​​​​​​Di roja duyem a Operasyona Birûska Cizîrê de 52 çete hatin girtin
30 kanûn, 2022   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê encama roja duyemîn a Operasyona Birûska Cizîrê ragihand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di roja duyem de hêzên me bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Operasyona Birûska Cizîrê ya serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst li herêmên Hol û Til Hemîsê dewam dikin.

Di roja duyem de hêzên hevbeş 52 çeteyên DAIŞ′ê û kesên êrişên terorane pêk tînin ku li gundewaran xwe vedişart, girtine.

Hêzên hevbeş ji 9 aliyan ve dest pê kir û rûbera lêgerîn û serdegirtinê piştî hewla hin endamên şaneyên terorîst a zextkirina li ser welatiyan da ku wan birevînin, berfireh kir. Lê operasyona serdegirtinê ku hêzan pêk anîne, hemû hewlên wan têk birin û neçarî radestbûnê kirin.

Di karên lêpirsînê yên destpêkê de, çete li xwe mikur hatin ku ew beşdarî gelek kiryarên terorane bûne, pere û çek ji şaneyên rêxistinên terorîst re peyda kirine. Gelek ji wan jî xwe amade dikir ku di sersalê de kiryarên terorane pêk bînin.

Ji ber qerabalixa şênyên li herêmê û bikaranîna rewşên mirovî ji aliyê şaneyên rêxistina terorîst ve, hêzên me dema lêgerîn û girtina wan şaneyan zêde kir. Her wiha dê hêz têkoşînê ji bo têkbirina wan şaneyan li herêmê dewam bikin da ku ewlehiyê li herêmê pêk bînin."

(fr)

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/wxyPtR_6oI0" title="القبض على 52 مرتزقاً من داعش في اليوم الثاني لعملية "صاعقة الجزيرة"" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>