Li Efrîna dagirkirî saleke din a bi xwîn derbas bû

Sala 2022'yan di ser kantona Efrînê re weke kabûsekê derbas bû. Di vê salê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî kantona dagirkirî mîna kuştin, rûxandina sûnwaran, qutkirina daran û sûcên din zêde bûn li rex wê jî guhertina demografiya kantonê berdewam e.

Li Efrîna dagirkirî saleke din a bi xwîn derbas bû
29 kanûn, 2022   10:12
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Salek din a tijî sûc û binpêkirin li ser lîsteya sûcan ya dewleta Tirk a dagirker zêde bû ku tevî çeteyên xwe li kantona Efrînê ji 18`ê Adara 2018`an ve pêk tînin.

Ji wê demê ve, dewleta Tirk bênavber dîrok û nasnameya Efrînê diguhere nexasim ku hejmara zêde ya sûcan li kantona dagirkirî balkêş bû.

SÛCÊN KUŞTIN Û REVANDINÊ

*Di 2022'yan sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam kirin. Dagirkeran 33 welatî kuştin, ku 13 ji wan jin in. Zêdetirî 694 welatî hatine revandin di nav de herî kêm 46 jin, 140 temenmezin û 10 zarok hene.

*Di 5 salan de, rêjeya sûcên dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê ve salê 2018`an heta 2022'yan zêdetirî 663 bûyerên kuştinê li dijî welatiyan pêk hatine jê 97 bûyer li dijî jinan in. Her wiha zêdetirî 8 hezar û 644 welatî hatin revandin.

WÊRANKIRINA ŞÛNWARAN

*Di sala 2022'yan li gorî daneyên rêxistina Mafên mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 9 şûnwarên li kantona Efrîn rûxandine.

*Di salên 5 salan de, dewleta Tirk û çeteyên wê 59 şûnwar, girek dîrokî û 28 mizgeft rûxand.

QUTKIRINA DARÊN ZEYTÛNÊ Û DARISTAN

Di sala 2022'yan de, dewleta Tir zêdetirî 35 hezar darên zeytûnê û daristan li tevahî kantona Efrînê ya dagirkirî qut kirin û bi hezaran dar şewitandin.

*Di 5 salan de, para herî zêde ya wêrankirinê ya xwezaya kantona Efrînê bû. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 367 hezar darên zeytûn û daristan qut kirin û zêdetirî 13 hezar û 500 dar şewitandin û zêdetirî 12 hezar hiktar zevî û daristan wêran kirin.

MÊTINGEH

Di sala 2022'yan de, dewleta Tirk bi destekdayîna komeleyên filistanî û îxwanî 7 mêtingeh li li gundên Mehmediyê, Dêrbelûtê, Dêwa yên navçeya Cindirêsê û Qermîtliq yê li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê yê navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî ava kirin.

Ji destpêka dagirkeriyê ve, dewleta Tirk û çeteyên wê bi destekdayîna komeleyên îxwanî û filistînî zêdetirî 22 mêtingeh li navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Reco, Bilbilê, Şera, Mebata, Şêrawa û derdora bajarê Efrînê ava kirin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê Çileya sala 2018'an de êriş kantona Efrînê kir. Di wê êrişê de hemû cureyên çekên pêşketî û yên qedexekirî bi kar anîn. Di encamê de bi sedan welatî  şehîd bûn û bi dehan komkujî pêk hatin. Bi hezaran welatî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok in û zêdetirî 250 hezar kes koçber bûn.

(dm)

ANHA