Bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên kîmyewî hat şermezarkirin

Meclisa Malbetên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di encamê de herî dawî 11 gerêla şehîd bûn, şermezar kir.

Bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên kîmyewî hat şermezarkirin
29 kanûn, 2022   12:24
HELEB

Meclisa Malbetên Şehîdan têkildarî mijarê li pêşiya avahiya xwe ya li rojavayê taxê daxuyaniyek da.

Endama meclisê Nisrîn Îsmaîl û endamê rêveber ê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbetên Şehîdan Abdullah Kedro daxuyanî xwendin û bi dehan endamên meclisê amade bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de bal li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd hat kişandin, bi taybet sûcên bikaranîna çekên qedexekirî li dijî qadên berxwedanê.

Di dewama daxuyaniyê de koçberiya bi darê zorê, guhertina demografiyê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî hatin bibîrxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, herî dawî li çiyayên Kurdistanê 11 gerîla şehî bûn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember van sûcan hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên peywendîdar hat kirin ku bi berpirsyariya qanûnî û exlaqî li hember gelê Kurd rabin û ji bo parastina gelê Kurd tedbîrên pêwîst bigirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên mîna “Bijî berxwedana gerîla” û “şehîd namirin” bi dawî bû.

ANHA