Nobeta parlamenterên HDP’ê didome

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di nobeta li dijî tecrîdê de got “Li Îmraliyê rejîmeke taybet û darvekirineke heye. Dive hevdîtin bi Abdullah Ocalan re were kirin.”

Nobeta parlamenterên HDP’ê didome
29 kanûn, 2022   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên HDP’ê ji bo ku rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, meşiyan Wezareta Edaletê ya Tirk. Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Pero Dundar û Celadet Gaydali li Deriyê Dîkmenê yê parlamentoyê Tirkiyê hatin astengkirin.

Parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir wan li dijî tecrîda li Îmraliyê Nobeta Edaletê dane destpêkirin û ev nobet 7 roj in didome. Koçyîgît diyar kir Emniyeta Enqereyê dîsa ew asteng kirine û got: “Li ser rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. 21 meh in haya malbat, parêzer û gel ji wî tune. Em nikarin agahiyan bistînin. Bersiveke erênî nadin serlêdana ji bo hevdîtinê. Her hefte malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin lê ev bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin. Em vî tiştî qebûl nakin. Di hemû tekstên navneteweyî û nirxên gerdûnî yên mirovayetiyê de tecrîd sûcê mirovayetiyê ye û îşkence ye.”

Koçyîgît diyar kir agahî ji Girava Îmraliyê nayê stendin û ev jî tê wateya ku darvekirina li demê hatiye belavkirin. Koçyîgît got: “Her kes dikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Wê demê em dipirsin çima Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Abdullah Ocalan ji girtiyên din tên veqetandin û li hemberî wan hiqûq nayê pêkanîn?”

Koçyîgît diyar kir hevserokatiya partiya wan, berdevka partiyê, hevserokên Giştî yên DBP’ê û parlamenteran ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kirine û got: “Me bişînin giravê em dixwazin hevdîtinê bikin. Qet nebe divê malbat û parêzer hevdîtinê bikin. Fikarên gelê Kurd û ya raya giştî hene.Mafê jiyanê di serî de gelek fikarên me yên mezin hene. Em careke din bang li desthilatdariya AKP, Wezareta Edaletê dikin. Em vê rewşa bêhiqûqî qebûl nakin. Heta ku bi rêzdar Ocalan re hevdîtin were kirin wê çalakiya me bidome.”