Gelo hikumeta Şamê dê bikeve Sendroma Stockholmê?

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker xirabiyek nehişt ku li ser hikumeta Şamê û Beşar El Esed nebêjin, lê ruxmî wê jî hikumeta Şamê hevdîtinan bi dewleta Tirk a dagirker re didomîne.

Gelo hikumeta Şamê dê bikeve Sendroma Stockholmê?
29 kanûn, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh çarşemê, wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker bi hempîşeyên xwe yên Rûsya û Sûriyê re li paytexta Rûsyayê Moskovê civiya.

Ev hevdîtin piştî gelek hevdîtinên di navbera saziyên îstixbaratê yên dewleta Tirk û hikumeta Şamê de di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de pêk tê.

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan eşkere gefa dagirkirina Sûriyê xwaribû, soz dabû ku li Mizgefta El Umewî ya Şamê nimêjê bike, her wiha gotibû Beşar El Esed dîktator e û îdia kiribû ku ew ê pê re rûnenê. Li kêleka wê jî bi hezaran çeteyên ji seranserî cîhanê perwerde û fînanse kirin û şandin Sûriyê û kargehên Helebê talan kirin.

Lê ruxmî van hemû tiştan jî hikumeta Şamê hîna bi dewleta Tirk a dagirker re hevdîtinan dike ku dibe di dawiya dawîn de bikeve rewşeke mîna Sendroma Stockholmê.

‘Sendroma Stokholmê’ diyardeyeke derûnî ye, ji bo mirovên ku bi dijminê xwe re yan kesên ku xirabî lê kirine re hevkariyê dikin an jî heyraniyê jê re dikin mîna ku rehîne heyranê kesên ew rehîn girtibin, tê binavkirin. Ev diyarde bi girêdana rehîngirtin an revandinê jî tê binavkirin û di sala 1973`yan de deng veda. Di wê rewşê de, rehîne hestên erênî nîşanî kesê ew rehîn girtine nîşan didin, digihêje astekê ku berevaniya wan bikin an jî hevkariyê pê re bikin. Bi awayekî giştî ev hest wekî hestên ne rasyonal tên hesibandin, ji ber ku xetereyeke mezin li ser mexdûran heye.

(şx)

ANHA