Rojnameyên erebî: Hevdîtina Rûsya, Tirkiye û Şamê ji bo tengavkirina Kurdan e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişand ser hevdîtina wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê, rewşa Lîbyayê û dosyaya nukleerî ya Îranê.

Rojnameyên erebî: Hevdîtina Rûsya, Tirkiye û Şamê ji bo tengavkirina Kurdan e
29 kanûn, 2022   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI BO DORPÊÇKIRINA KURDAN Û TENGAVKIRINA DYA’YÊ HEMAHENGIYA TIRKIYE-RÛSYA-SÛRIYÊ’

Rojnameya El Ereb li ser hevdîtina wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Şamê nivîsî. Di nivîsê de tê gotin: "Aliyên siyasî dibêjin dibe ku hevdîtina sêalî ya 20ʹê vê Kanûnê ya di navbera serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û fermandarê giştî yê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraq û Sûriyê general Matthew MacFarlane de, qonaxek bû ku Tirk û Sûrî nakokiyên xwe derbas bikin û ji bo tengavkirina Kurdan û xeniqandina hebûna DYA’yê kar bikin.

Piştî çend rojên din Mezlûm Ebdî hevdîtineke din bi MacFarlane û fermandarê odeya operasyonên hevbeş a koalîsyonê general Claude Tudor re pêk anî. Xetereya rêxistina DAIŞ’ê û çalakiyên şaneyên wê mijara sereke ya hevdîtinê bû. Li ser vê hevdîtinê çavdêran got tevgerên Amerîkayê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê nîşan didin ku Washington li gel gefên Tirkiyê yên pêkanîna operasyoneke bejahî li ser bakurê Sûriyê tedbîrên nû digire.

Roja çarşemê, wezîrê parastinê yê Tirk û serokê îstîxbaratê bi hempîşeyên xwe yên sûrî re li Moskovê civiya. Ev nîşaneke zelela a normalîzekirina têkiliyên di navbera Enqere û Şamê de ye. Ev têkilî di dirêjahiya salên şer ên li Sûriyê de qut bûbûn.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de got, wezîrê parastinê Hulusî Akar û serokê îstîxbaratê (MÎT) Hakan Fîdan bi serokwezîrê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokê îstîxbaratê Elî Memlûk bi wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re li Moskovê civiya.

Hate gotin ku di civînê de rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê, pirsgirêka penaberan û xebatên hevbeş ên şerê li dijî komên tundraw ên li Sûriyê hatin nîqaşkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aliyên Tirk, Rûs û Sûriyê li ser domandina civînên sêalî li hev kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan vê mehê ragihandibû ku wî ji hempîşeyê xwe yê rûsî Vladimîr Pûtîn re pêşniyar kiriye ku mekanîzmayeke sêalî bi Rûsya û Sûriyê re ava bike da ku rêyên dîplomatîk di navbera Enqere û Şamê de bileztir bikin. Her wiha daxwaza hevdîtina bi serokê Sûriyê Beşar El Esed re jî kir.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiyê dest bi normalîzekirina peywendiyên xwe bi Sûriyê re kiriye da ku aloziyên di têkiliyên xwe yên herêmî de baş bike. Heman demê sedemên din ên girêdayî pêwîstiya wê bi vê yekê heye ku beriya hilbijartinan hin encamên têkildarî dosyaya penaberên Sûriyê bi dest bixe ku hin partiyên muxalîf ji ber sedemên hilweşîna rewşa aborî ya li welat pêşkêş kirine.

Diyar e hikumeta Tirkiyê ku ji helwesta DYA’yê ya girêdayî berdewamiya piştevaniya yekîneyên leşkerî yên Kurd li herêmên rojhilatê Firatê dilgiran e. Ji ber vê yekê biryar da ku pêşniyara Rûsyayê ji bo dan û standina bi rejîma Sûriyê re bipejirîne da ku bigihêjin lihevkirinekê ku her du pirsgirêkan çareser bike, nemaze piştî ku Rûsya operasyona wê ya leşkerî ya yekalî li bakurê Sûriyê red kir.

‘ŞERTÊN LÎBYAYÊ: YEKITIYA LEŞKERÎ Û LIHEVHATIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Lîbya amadekariyên pêşwazîkirina sala nû 2023ʹyan, bi gelek şertên girîng û çarenûsî dike ku welat ji tunela tarî rizgar bike. Ji wan şertan, di serî de lidarxistina hilbijartinên serokatî û yên parlamentoyê û pêkanîna lihevhatineke nîştimanî.

Di dosyaya Lîbyayê de tevgerên berfireh li ser astên herêmî û navneteweyî hene da ku hemû aliyan li ser mekanîzmayên çareseriya siyasî bigihîne lihevkirinan. Serokê Meclisa Serokatî Mihemed El Menfî diyar kir ku hêza Lîbyayê heye ku bi rêya projeyeke lihevanîna nîştimanî, pêkanîna hilbijartinên serokatî û qanûnsaz di demeke nêzî de dawî li aloziyê bîne.

Aliyên lîbyayî dibêjin; sala bê wê guhertinên girîng ber bi avakirina asoya Lîbyaya nû ve hebin. Ev yek bûye mijara lihevkirinê di navbera Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereban, Yekitiya Afrîkayê, Yekitiya Ewropayê û hêzên navneteweyî yên sereke yên aktîf mîna Washington, London, Berlîn û hêzên hundir de ye. Van hêzan di gelek aliyan de hevdîtin pêk anîn da ku alozî were derbaskirin û pêvajoyeke diyalogên aqilane were destpêkirin.

Di hewldanên çareseriyê de, dê komîteya leşkerî ya hevbeş destpêkê 15ʹê Çileya bê li Sêrtê bicive da ku nexşerêya çareserkirina her du pirsgirêkên herî bigirêk; milîsên ku derveyî qanûnê tev digerin û pirsgirêka hêzên biyanî û çeteyan diyar bikin da ku di encamê de saziyeke leşkerî ya yekbûyî were avakirin."

‘TEHRAN AMAJE BI VEGERANDINA DAN Û STANDINÊN NUKLEERÎ DIKE’

Têkildarî Îranê rojnameya Şerq El Ewsat got: "Duh rayedarên Îranê amaje bi destpêkirina dan û standinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê kiribûn. Wezîrê karên derve Hisên Emîn Ebdullahiyan ragihand ku pencereya dan û standinên nukleerî hîn vekirî ye, lê ew ê heta nemîne.

Hişyariyên Ebdullahiyan ên der barê girtina pencereya dan û standinan, di dema serdana wî ya ji bo Mesqetê de hatibûn kirin. Ebdullahiyan ji aliyê sultanê Umanê Heysem Bin Tariq ve hatibû pêşwazîkirin û nameya nivîskî ya serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ya têkildarî tevkariya di navbera her du welatan û rewşa herêmî de radestî wî kir.

Heman demê Ebdullahiyan dewletên rojavayî, bi taybet DYAʹyê bi durûtî tawanbar kiribû û jê xwest ku cidî be. Her wiha got "Heke rojavayî nêzîkatiyên xwe yên durû û destwerdêr dewam bikin ew ê jî xeteke din hilbijêrin.”

Daxuyaniyên Îranê hemwextî pêla nû ya daketina nirxê pereyên herêmî li beramberî pereyên biyanî hatin kirin ku nirxê dolar gihaşt 420 hezar e. Bi vê yekê Îranê diraviya xwe ji sedî 45 winda kir."