​​​​​​​Ji ber dorpêçê hezar û 200 werşe li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestiyan

Nêzî ji sedî 90`ê werşeyên dirûnê yên cil û bergan û solan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça Firqeya 4’an a hikumeta Şamê rawestiyan ku piraniya şêniyên her du taxan debara xwe ji kargehan dikir.

​​​​​​​Ji ber dorpêçê hezar û 200 werşe li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestiyan
29 kanûn, 2022   07:16
HELEB – NISRÎN ŞÊXO

Bi dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re barê şêniyên her du taxan girantir bû.

Li kêleka kêmbûna derman, sotemenî û ard, her wiha ji ber kêmbûna mazotê piraniya werşeyên li her du taxan rawestiyan.

NÊZÎ JI SEDÎ 90`Ê WERŞEYAN RAWESTIYAN

Di her du taxan de nêzî hezar û 500 werşeyên cur bi cur hene ku di encama dorpêçê de ji sedî 90`ê wan rawestiyan. Ji sedî 10`ê din jî, yanî derdora 300 werşe jî, bêyî ku qezenc bike kar dewam dike da ku muşteriyên xwe ji dest nedin. 40 kargehên batariyan jî bi temamî rawestiyane. 

Di encama girtina werşe û kargehan de, bi deh hezaran karker bê kar mane.

Endamê rêveber ê Yekitiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şêxmeqsûdê Farûq Ereb got: “Piraniya şêniyên taxan debara xwe bi karê di van werşe û kargehan de dikin. Lê belê ji ber qedexekirina derbaskirina mazotê ji aliyê Firqeya 4’an ve bêkarî pir bû û aboriya her du taxan lawaztir bû.”

Ereb destnîşan kir ku buhayê bermîleke mazotê di sûka reş de gihaşt 2 milyon û 300 hezar lîreyên Sûriyê ku bû sedem kargeh û werşe rawestin û kargehên ku niha kar dikin jî dê di 2 hefteyên bê de rawestin.

Ereb bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji siyasetên xwe berde û dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bike.

‘ABORIYÊ TÊK DIBE Û JIYANÊ ZEHMETTIR DIKE’

Her wiha, yek ji xwediyên werşeyên rawestiyayî Îmad Mihemed got: “Em neçar man ku werşeya xwe bi temamî rawestînin, ji ber ku êdî me bi zirarê kar dikir. Nirxê her ampîreke kehrebeyê bû 41 hezar lîre, eger em karê xwe bidomînin jî em ê qezencê bidin kehrebeyê.”

Îmad Mihemed diyar kir ku piraniya şêniyên herêmê ji bo debara jiyana xwe bikin berê xwe didin kargehan, lê belê Firqeya 4’an bi dorpêça xwe aboriyê têk dibe û jiyanê zehmettir dike.

(mh)

ANHA