14 ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî gerîla bûn

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 ciwan dijî êrişên dagirkeriyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tevlî gerîla bûn.

14 ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî gerîla bûn
29 kanûn, 2022   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera “Nûçe Ciwan”, ciwanên ku tevlî gerîla bûn li çiyayên Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tenê bi protestoyan pêk nayê, azadiya fîzîkî wê bi têkoşîn û hesabpirsînê pêk were.

Di daxuyaniya ku tecrîda girankirî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku ev bi salan e tên meşandin hatin bibîrxistin de, li ser girîngiya têkoşînê hat rawestandin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bila dost û dijmin bizanibin ku kes nikare roja me tarî bike. Çawa ku destpêka komploya navneteweyî de bi dehan ciwanan bedena xwe dan ber agir û li dora Rêber Apo xeleka ji agir çêkirin, niha jî em ê bibin ew agir ku dijminê mirovahiyê bişewitîne. Em bang li tevahiya kesên xwedî keramet dikin ku xwedî li kerameta xwe derkevin.”