​​​​​​​Li Şamê komkujiya Parîsê ya duyemîn hate şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê têkildarî rewşa siyasî ya dawîn û ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de beşdaran, banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

​​​​​​​Li Şamê komkujiya Parîsê ya duyemîn hate şermezarkirin
28 kanûn, 2022   19:30
 ŞAM

Di civînê de ku li taxa Zorava ya paytxeta Sûriyê Şamê li dar ketiye, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Mistefa Nasan daxuyaniyek da ku tê de wiha hatiye gotin: “Em komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar dikin. Bêdengiya hikumeta Fransayê li hember bûyerên kuştinê yên li dijî gelê Kurd li Fransayê pêk hatine, diyar dikin ku ev hikumet ne dostê gelê Kurd e û di helwesta xwe de ne durist e.”

Her wiha di civînê de endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mezlûm Yusif axivî û komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir û got: “Ev ne komkujiya yekemîn e ku li dijî gelê Kurd pêk tê û îsbat dike ku hikumetên Ewropayê di nav de Fransa biryarên Tirkiyê pêk tînin û şanoya wê ya kirêt dilîzin.”

Yusif tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo bidawîkirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Di dawiya civînê de beşdaran berxwedana şehîdan silav kir.

(şx)

ANHA