ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2022`YAN
28 kanûn, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo, bi merasîmekê şehîdên komkujiya Teqel Beqel di çilrojiya şehadeta wan de li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên Dibistana Şanoyê, dewreya sêyemîn a werşeya amadekirina şenogeran, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Olî ya kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û komkujiya Parîsê ya duyemîn daxuyaniyê dide li pêşiya navenda xwe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya konvedanê li navçeya Qena yê rojavayê Kobanê ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê, bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, şermezar dike. Tevger li gundê Taşlûk ê rojhilatê Kobanê daxuyanî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Reqayê cenazeyên 2 endamên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di berxwedana lihember êrişa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne li goristana şehîdan oxir dikin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Holê têkildaarî wêrankirina goristana şehîdan a Serêkaniyê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê hevkariya CPT′ê di dewleta Tirk a faşîst re di tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de rexne kir û got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çalakiyên xwe dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zêdetirî 300 rêxistinên ji 29 welatên cuda li benda bersiva sekreterê giştî yê NY’ê Antonio Gotîrîç a li ser daxwaznameya rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku êrişa dawî ya DAIŞ’ê li ser navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn û girtîgehek girtiyên çete bi piştgiriya ajandayên derve pêk hat û got: "Êrişên dewleta Tirk ên bênavber li dijî herêmê bi armanca jinûve zindîkirina DAIŞ′ê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Remzî Kartal bang li sazihên dadgeriyê yên hikûmeta Firansayê kir ku agahiyên komkujiya Parîsê ya duyemîn eşkere bikin û di heman demê de bang li gelê Kurd kir ku asta berxwedanê bilind bikin.

Endamê Şaneya Kirîzê ya Reqayê destnîşan kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê piştî qedexeya çûn û hatinê hemû pêdiviyên şêniyan peyda dike û got: “Nexweşxane û ekîbên wê yên rewşên awarte tev amade ne, her wiha firne ji bo 24 saetan jî kar dikin. Hêviya ji şêniyan ew e ku pabendî biryara qedexeyê bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Yek ji pêşengên tevgera azadiya jin Emîne Kara (Evîn Goyî) ku di komkujiya Parîsê ya duyemîn de şehîd bû, di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Hevalên wê yên ku li Rojava pê re kar meşandin, wê wekî “Evîndara jiyanê” pênase dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Sala 2022'yan di ser kantona Efrînê re weke kabûsekê derbas bû. Di vê salê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî kantona dagirkirî mîna kuştin, rûxandina sûnwaran, qutkirina daran û sûcên din zêde bûn li rex wê jî guhertina demografiya kantonê berdewam e.

Li gel aloziya aborî, tawanên rejîm û muxalefetê ên li hemberî hev. Li Tunisê aloziyên siyasî rû didin. Gelo rewşa Tunisê ber bi ku ve diçe?

DOSYA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala perwerdeyê ya 2022-2023′yan de girîngî da sîstema nirxandinê, dibistan û fakulteyên nû ava kirin û dersên olî derbasî dibistanan kirin.

Nêzî 90 kargehên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça Firqeya 4’an a hikûmeya Şamê rawestiyan, ku piraniya şêniyên wan taxan debara xwe ji kargehan dikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA