Evîn Goyî mohra xwe li Şoreşa Rojava xist

Yek ji pêşengên tevgera azadiya jin Emîne Kara (Evîn Goyî) ku di komkujiya Parîsê ya duyemîn de şehîd bû, di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Hevalên wê yên ku li Rojava pê re kar meşandin, wê wekî “Evîndara jiyanê” pênase dikin.

Evîn Goyî mohra xwe li Şoreşa Rojava xist
28 kanûn, 2022   23:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Yek ji pêşengên tevgera azadiya jin û Endama Konseya Rêveber a KCK`ê Emîne Kara (Evîn Goyî) di 23`yê Kanûnê de li Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê, tevî hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdulrehman Kizil hatin şehîdxistin. Ev komkujî wekî Komkujiya Duyem a Parîsê hat binavkirin.

Evîn Goyî sala 1977`an li gundê Helal yê navçeya Qileban a herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê çavên xwe li dinê vekirine. Di sala 1994`an de gundê wan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve tê şewitandin, malbata wê û hin malbatên din ji gundê xwe koç dikin.

Şehîd Evîn ji zarokatiyê ve Tevgera Azadiyê nas dike û pê re jî bi dîrok û doza gelê Kurd ve tê girêdan.

XWEDIYA KEDA MEZIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê piştî şehadeta hevala Evîn daxuyanî da, tê de li ser kesayeta wê wiha got: “Pêşengeke têkoşîna jinê bû. Di pêşvebirina xeta jinê ya azad û afirandina hişmendiya jinê û îradeya wê de, tevkarî û kedeke wê ya mezin hebû. Kedeke mezin da artêşbûna jinê û wezîfeyên gelekî girîng bi cih anî. Tevlî nava şerê li dijî DAÎŞ'ê bû û ji bo têkbirina DAÎŞ'ê bi roleke diyarker rabû. Ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xizmeteke mezin kir. Hevala Evîn di şerê dijî DAÎŞ'ê de birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû.”

Sala 2013`an, dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran malbatên şengalî koçberî Rojavayê Kurdistanê bûn. Evîn Goyî ew malbat pêşwazî dikirin û pêdiviyên wan pêk dianîn.

KEDA WÊ DI ŞOREŞA JINAN DE

Evîn ku bi eşqeke mezin derbasî qada Şoreşa Rojava bû, di xebatên siyasî, rêxistinî û parastinê de cihekî girîng girt û di avakirina sîstema komîn û meclisan de jî rol lîst.

Hevala şehîd Evîn û Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bi van gotinan behsa rol û kesayeta şehîd Evîn dike: “Kesayetên mîna Evîn di nava jinan û civakê de, hêvî û bawerî didan avakirin.”

REWŞENBÎREK ŞOREŞGER BÛ

Rûken di axaftina xwe ya ji ajansa me re diyar kir ku Emîne Kara (Evîn Goyî) bi rihê welatparêzî û hezkirina ji civak, gel û jinan re tevdigeriya û wiha dom kir: “Ew rewşenbîrek şoreşger bû, zanista dîrokî û civakî bi kesayeta şoreşger re kiribû yek. Êşa civaka xwe rast dianî ziman. Evîn bi vî awayî mohra xwe wekî beşeke ji tevgera jin li Şoreşa Rojava xist. Di avakirina sazî û dezgehên jinan de, çareserkirina pirsgirêk û azarên jinan de heval Evîn rol lîst.”

Ji xebatên siyasî, rêxistinî û parastinê bigire û heta xebatên perwerdeyê rola şehîd Evîn Goyî di birêxistinkirina civaka Rojavayê Kurdistanê de mezin bû. Rûken Ehmed li ser wê yekê wiha dibêje: “Li Akademiya ders didan, semîner ji gel re çêdikirin û civîn ji jinan re li dar dixistin. Bawer im ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûiryê û herêma Cizîrê wê xwedî li keda şehîd Evîn derkevin. Kesayetên jin ên mîna Jiyan Tolhildan, Zeyneb Saroxan, Zehra û yadê Eqîde ên ku bi keda heval Evîn hatine perwerdekirin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin.”

'EVÎNDARA JIYANÊ'

Rûken Ehmed bi bîr xist ku tevî nexweşiyê jî, her dem rûyê şehîd Evîn li ken û bi hêvî bû û wiha pê de çû: “Bi rastî jî evîndara jiyanê bû, ji jiyan, erdenîgarî û xwezayê pir hez dikir. Evîndara welat û jinan bû. Evîndara zanistê bû, dixwest vê evîna xwe bi evîna ku Rêber Apo di kesayetê jinan de daye avakirin rast pêk bîne.”

Rûken bal kişand ku şehîd Evîn ku ji bo dermankirinê derbasî Ewropayê bû, hikumeta Fransayê mafê penaberiyê nedida wê, lê hevala Evîn ew yek ji xwe nedikir kelem, kar dikir da ku karibe careke din rastiya dijminê hov û rûreşiya wî di pêkanîna Komkujiya Parîsê ya yekemîn de derxîne. Beriya ku were şehîdxistin, Evîn û du hevalên ku pê re şehîd bûne ji bo bîranîna Komkujiya 9`ê Çileyê amadekariya komxebatê dikir.

Rûken Ehmed destnîşand kir ku eger hikumeta Feransayê bi rastî dostaniya Kurdan dike, wê rastiyan eşkere bike û wiha axaftina xwe domand: “Çîroka ku dibêje kujer mirovekî nexweş e, sînaryo ye. Şahidekî bûyerê gotibû 45 deqeyan cenazeyên her 3 şehîdan di cih de man, ji ber windakirina xwînê şehîd bûn. Ji bo derxistina rastiyan em ê şopdarê hevala Evîn bin.”

'EM FÊRÎ ALFABEYA DIRÛŞMEYA JIN, JIIYAN, AZADÎ KIRIN'.

Şehîd Evîn Goyî li Rojavayê Kurdistanê ji bo jinan kedeke mezin da û bi salan xebat da meşandin. Yek ji hevalên Şehîd Evîn Goyî, Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif ji ANHA`ê re axivî.

Perwîn Yûsif da zanîn ku Şehîd Evîn ew fêrî alfabeya dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” kiriye, bi bîr û bawerî ew tev li şoreşê kir, rastî û heqîqeta gelê Kurd bi wan da nasîn û got: “Em fêr kirin ku çawa jin dikare pêşengtî bike. Wêrekiriyek mezin di hundirê me de ava kir.”

ŞEHÎD EVÎN: ŞERM E KU HÛN NIKARIBIN KEDA XWE BI LÊV BIKIN

Perwîn di axaftina xwe de gotina Şehîd Evîn bi bîr anî û got: “Ji me re digot 'şerm e hûn li cihekî kedê bidin, nikaribin keda xwe bilêv bikin, ked ne tenê reva li deveran e. Divê hûn keda xwe binirxînin da ku hûn bizanibin we li kîjan deverê kêmanî kiriye, wê demê wê kêmanî jî holê bê rakirin'.”

Perwîn diyar kir ku şehadeta Evîn ji bo tevgera jinan û tevgera kurdî xisareke mezin bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya 10 salan heman bûyer li Parîsê pêk hatiye. Gelê Kurd kujerê xwe nas dike. Dijminê me dewleta Tirk e, li kîjan deverê Kurdek hebe bi kurdî biaxive û bi kurdî hî s bike, dibe hedef.”

(cx)

ANHA