​​​​​​​Koçbereke Efrînî 3 zarok anîn

Koçbera Efrînî ku li herêma Şehbayê bi cih bûye, 3 zarok bi hev re anîn; 2 kur û keçekê.

​​​​​​​Koçbereke Efrînî  3 zarok anîn
28 kanûn, 2022   14:23
ŞEHBA- ZEYNEB ŞÊXO

Li Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê koçbereke efrînî 3 zarok bi hev re anîn û tenduristiya zarokan baş e.

Dayika zarokan a bi navê Nûjîn Mihemed Îbrahîm li maleke nîvwêrankirî li navçeya ‎Ehdasê dijî. Malbat bi hatina 3 zarokan kêfxweş e, lê ji ber nebûna şîrê zarokan di encama dorpêça ku hikumeta Şamê daniye ser herêmê de, ew xema xwedîkirina zarokan dixwe.

Malbatê navên Rosîde, Mihemed û Hisên li zarokan kirin. ‎

ANHA