′Em ê her kesê derbe li îstîqrara herêmên me bide, hesab bikin′

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê êrişa ku DAIŞ′ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker li taxa El Diriyê ya Reqayê pêk aniye ku di encamê de 4 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 ji QSD′ê şehîd bûbûn, şermezar kir.

′Em ê her kesê derbe li îstîqrara herêmên me bide, hesab bikin′
28 kanûn, 2022   14:04
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê têkildarî êrişa li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê daxuyaniyek da.

Berdevka nivîsgehê Xod El Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca şaneya DAIŞ′ê ya ku êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn û girtîgehê kiriye ew e ku girtiyên terorîst ji girtîgehê berde û tevliheviyê li herêmê belav bike.

Her wiha hate destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi lehengî û hêzeke mezin li hember vê êrişê sekinî. Ev êriş hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê pêk hatin ku DAIŞ′ê ji nû ve zindî bike.

Kombûnê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew li kêlek Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî ne û banga hevgirtina gelên herêmê kir.

(fr)

ANHA