′Em li hember êrişên kîmyewî yên Tirkiyê destekê didin gerîla′

Ciwanên Kobanê li hember êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla destekê didin berxwedana gerîla.

′Em li hember êrişên kîmyewî yên Tirkiyê destekê didin gerîla′
27 kanûn, 2022   23:34
KOBANÊ

Ciwanên Kobanê, piştî daxuyaniya Navenda Giştî ya HPG′ê ya şehadeta 11 gerîlayên wan di êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker li Zapê de, ji ajansa me re axivîn.

Ciwanê bi navê Mihemed Şiblî got: "Dewleta Tirk a dagirker di Herêmên Parastinê yên Medyayê de têk çû û derbeyên giran  gihandina artêşa Tirk a dagirker. Lê dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar anîn. Lê di wê jî têk çû. Ji ber vîna berxwedana gerîlayan ji çekên wê bi hêztir e."

Şiblî wiha domand: "Hêzên gerîla xwedî maf in, xwedî doza gelekî bindest in û dê di dawiyê de bi ser bikevin."

′LI HEMBER EWLEHIYA ME GERÎLA LI HEMBER ÇÊEKÊN KÎMYEWÎ DISEKININ′

Ciwanê bi navê  Hesen Mistefa li ser mijarê wiha got: "Hêzên gerîla ji bo ewlekarî û aramiya me li hemberçekên kîmyewî disekinin û em ciwan jî heta dawî bi gerîlayan re ne."

Mustefa axaftina xwe wiha domand: "Şerê dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê vekirî ye û ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de ye. Îro jî bi armanca qutkirina girêdana di navbera rêber Abdullah Ocalan û gel de tecrîdê ferz dike, lê wê têk biçe, ji ber ku fikrê azad ê rêbertî dê gelê herêmê bi zendên hêzên gerîla ber bi serkeftinê ve bibe."

Ciwanê bi navê Eşref Elo jî ev tişt got: "Dê serkeftin para gerîla be û dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk diçe. Ev yek jî nîşan dide ku dê bi destê gerîla serkeftineke mezin ji gelê herêmê re pêk bê."

Elo wiha dawî li gotina xwe anî: "Hêzên gerîla tehemûl nake ku gelê xwe bindest û mezlûm be û em hemû li pey hêzên xwe ne heta artêşa Tirk a dagirker têk diçe."

ANHA