Panorama 2022 - 9

Panorama 2022 - 9
28 kanûn, 2022   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN-XALID CUMA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2022′yan de 13 qanûn ji bo birêvebirina xebatên di hemû aliyan de derxistin.

Sala 2022’yan bi guhartinên aborî û civakî dagirtî bû. Ji ber pêwîstî bi birêxistinkirina jiyanê û xebata saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser bi rêya meclisa xwe ya giştî gelek qanûn derxistin.

Bi rêya vê panoramayê em ê balê bikişînin ser qanûnên ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di sala 2022ʹyan de derxistine.

3′yê Sibatê qanûna budçeyê hate derxistin. Armanc ji vê qanûnê mîqdareke pere ji hemû desteyên Rêveberiya Xweser, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê re were veqetandin. Budçe ji desteyekê heta ya din cuda ye, ew jî li gorî pêdivî û projeyan e.

1′ê Adarê, qanûna hejmara karmendan hat derxistin. Armanca vê qanûnê ew e ku hejmara karmendên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîşeya her karmendekî/ê û bawernemaya pê re bê zanîn.

15′ê Adarê, qanûna pîşeyên tibî hat derxistin. Li gorî vê qanûnê, divê bawernemaya zanîngehê ya dermanfiroş an jî bijîşkan hebe, her wiha mercên ruxsetê yên dermanxaneyan û hemû cureyên klînîkan hebin.

16′ê Adarê, qanûna parastina mezêxeran hat derxistin. Ew qanûn ji bo pêşî li keysbazkirina hemû kel û pelan were girtin, mekanîzmaya belavkirin û firotina berheman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

16′ê Adarê, qanûna bazirganiyê hat derxistin. Ev qanûn çawaniya wergirtina welatî ji sicîla bazirganî re diyar dike, her wiha mekanîzmaya hinarde û hawirdekirina kel û pelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike.

30′ê Tîrmehê, qanûna zarokan hat derxstin. Armanca vê qanûnê ; zarok werin parastin bi taybet li herêmên şer û divê zarok û behreyên wan werin teşwîqkirin.

18′ê Tîrmehê, qanûna jîngehê hat derxistin. Armanca vê qanûnê; jîngeh were parastin û nexweşiyên ji ber qirêjiyê çêdibin werin têkbirin.

15′ê Tebaxê, qanûna trafîkê û binpêkirinan hat derxistin. Armanc ji vê qanûnê; xebata erebeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were birêxistinkirin, zagonên trafîkê bên danîn, bacên muxalefetan bên diyarkirin û xebata erebeyên mezin û biçûk bên birêxistinkirin.

15′ê Tebaxê, qanûna çek û cebilxaneyan hat derxistin. Meclisa Giştî bi rêya vê qanûnê dema ruxsetkirina çekan diyar kir. Li gorî vê qanûnê, divê welatî 2 parçeyan ji çeka ferdî ruxset bikin, her wiha karta ruxsetê werdigire.

22′yê Îlonê, qanûna tedbîrên sivîl hat derxistin. Armanc ji vê qanûn tedbîrên edaletê di dîwanên edaleta civakî yên Rêveberiya Xweser û sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bibin yek.

5′ê Cotmehê, qanûna li dijî hişbirê hat derxistin. Bi rêya vê qanûnê cezayên gira li ser kesên hişbirê dibin û bazirganên hişbirê tên birîn, her wiha çandina hişbirê jî tê qedexekirin.

17′ê Cotmehê, qanûna li dijî qaçaxçîtiya mirovan hat derxistin. Bi rêya vê qanûnê cezayên tund li kesên qaçaxçitiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi herêmên din ve dikin, tên birîn.

(fr)

ANHA