'DAIŞ`ê bi desteka dewleta Tirk êrişî Reqayê kir'

Şêxê  êla El Welda li bajarê Tebqa Hamêd El Ferc diyar kir ku êrişa çeteyên  DAIŞ`ê ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya  Hundirîn a Reqayê bi awayekî sîstemetîk ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin.

'DAIŞ`ê bi desteka dewleta Tirk êrişî Reqayê kir'
28 kanûn, 2022   01:52
TEBQA-EBDURUHMAN EL SALIH

Şêxê êla El-Welda li Tebqayê Hamêd El Ferec der barê êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a rojavayê taxa El Diriyê ya Reqayê û girtîgeheke girtiyên DAIŞ`ê, axivî.

El Ferec êriş şermezar kir û got: "Êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, ji aliyê piştgirên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê ve pêk hat, ew j dewleta Tirk a dagirker e."

El Ferec wiha domand: "Dema dewleta Tirk nikarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, hewl da bi rêya şane û ajaandeyên xwe yên terorîst ewlehiya herêmê têk bibe.

El Ferec wiha pê de çû: "Hêzên me ji hemû planên dewleta Tirk haydar in û em ê li hember van êrişan û her kesê hewl bide îstîqrar û jiyana me ya hevbeş têk bibe, li rex QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bin."

Her wiha El Ferec  diyar kir ku ev kiryarên terorîstî yên ku dewleta Tirk li pişt wan disekine, wê bandorê li projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan neke û got: "Dê bandorê li têkoşîna me neke û wê  heta pêkanîna wê bidome. Ji ber ku hêviya gelê me pêkanîna demokrasî û rizgarkirina  ji bindestî û koletiyê ye."

El Ferec di dawiya axaftina xwe de wiha got "Ji bo pêkanîna serkeftin, têkbirina xayîn, çete û alîgirên wan divê gel hevgirtî be û piştgiriya hêzên leşkerî bike."

ANHA