ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2022`YAN
27 kanûn, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo 41 şehîdên meha Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûn ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê saet di 11:00`an de bi bîr tîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, têkildarî şehîdxistina şervanên HPG`ê bi çekên kîmyawî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li rojhilatê bajêr, daxuyanî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, bi dirûşma “Xurtkirina jinan ewlehî û misogeriya mafên wê ne, jin , jiyan, azadî” paneleke şêwirê li Akademiya Jinan a Tebqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Samir Mihemed El Elî li goristana şehîd Dijwar a kantona Hesekê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN

Saziya Olî ya Minbicê têkildarî komkujiya Parîsê ya duyemîn û êrişa DAIŞ`ê ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, li pêşiya nivîsgeha olî ya jinan, daxuyaniyek dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê wêrankirina goristana şehîdan a Serêkaniyê bi daxuyaniyekê şermezar dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê wêrankirina goristanên şehîdan li Serêkaniyê bi daxuyaniyekê şermezar kir ku li pêşiya Sandîqeya Karkeran a bajarokê Rimalên dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Kobanê li hember êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla destekê didin berxwedana gerîla. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêxê  êla El Welda li bajarê Tebqa Hamêd El Ferc diyar kir ku êrişa çeteyên  DAIŞ`ê ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya  Hundirîn a Reqayê bi awayekî sîstemetîk ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2022′yan de 13 qanûn ji bo birêvebirina xebatên di hemû aliyan de derxistin. (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

Nivîskar û mamosteyê zanistên siyasî Enmar Nîzar El Dirûbî got serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan siyasetmedarê herî xeternak ê li Rojhilata Navîn e. El Dirûbî ji bo qedandina xetereya çeteyên DAIŞʹê gelek çareserî pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Di van rojên dawîn ên sala 2022'yan de ji ber nediyariya li Îmraliyê Kurd li ser pêyan in. CPT'yê ragihand ku di 20-29'ê Îlonê de li Gîrtigeha Îmraliyê teftîş kiriye. Lê belê Buroya Hiqûqê ya Asrinê da xuyakirin ku CPT’yö di vê serdanê de bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye. Heta niha CPT’yê berovajî vê yekê tiştek negotiye. Ev rewş rasterast di nava Kurdan de bûye sedema fikareke kûr. Li Îmraliyê çi diqewime?

ÇAND Û HUNER

Zarokên "Dibistana Şanoyê" ya li Qamişloyê xewnên xwe, peyama xwe ya hunerî û civakî bi hunera xwe hildigirin. Rêveberê dibistanê diyar kir ku ev dibistan gaveke mezin ber bi avakirina nifşekî şanogerî ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA