Navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar eşkere kir ku kujerê rojnamevan-akademîsyen Nagihan Akarsel, Îsmaîl Peker ê ji Mamaka Enqerê ye.

Navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere bû
27 kanûn, 2022   19:37
MAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê, endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar di 25’ê kanûnê de beşdarî bernameyek Stêrk TV bû û diyar kir kesê ku endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel kuştiye Îsmaîl Peker e.

 Aydar destnîşan kir ku kujer ji Mamaka Enqerê ye û wiha got: “Jixwe ev kesek krîmînal e. Jixwe ew jî li xwe mikûr hat. Em dizanin ku wî kesî çi gotiye û çi îtîrafan kiriye. Vî kesî di îfadeya xwe de gotiye, ‘jixwe ez ji bo vê yekê hatime vir (Ji bo kuştina Nagihan Akarsel). Pere dan min. Her tiştî dan min’. Yanî plansaziyek kirine û şandine wir. Her wiha kujer dibêje, ‘li min geriyan, gotin Nagihan ji malê derdikeve’. Min malê tespît kiribû û li cihekî nêzî wir disekinîm. Min dît ku Nagihan dimeşe û min wê li serê kuçeyê kuşt. Paşê min plansaziya reva bo Hewlêrê kir’. Çimkî difikire heke bireve Hewlêrê wê xwe xelas bike. Ji wî re wisa hatiye gotin.”

‘HEWLÊR JI BO WAN CIHÊ XELASIYÊ ye’

Aydar destnîşan kir ku heta niha çiqas bûyer qewimîne kujer hemû reviyane Hewlêrê û got: “Jixwe Hewlêr wek Enqerê ye. Hewlêr ji bo wan cihê xelasiyê ye. Lê ew kujer beriya bireve hewlêrê asayîşa Silêmaniyê wî digire. Gelek tiştan îtîraf kiriye. Lê em dikarin ewqasî bêjin. Kujerê êrişa li Parîsê jî yekî mîna vî kujerê li Silêmaniyê ye. Yê ku teltikê kişandiye ne girîng e, ya girîng ew e ku kê planê kiriye.”