2023 dê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan-Atakan ENGIN

2023 dê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan-Atakan ENGIN
28 kanûn, 2022   05:21

Di van rojên dawîn ên sala 2022'yan de ji ber nediyariya li Îmraliyê Kurd li ser pêyan in. CPT'yê ragihand ku di 20-29'ê Îlonê de li Gîrtigeha Îmraliyê teftîş kiriye. Lê belê Buroya Hiqûqê ya Asrinê da xuyakirin ku CPT’yö di vê serdanê de bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye. Heta niha CPT’yê berovajî vê yekê tiştek negotiye. Ev rewş rasterast di nava Kurdan de bûye sedema fikareke kûr. Li Îmraliyê çi diqewime? Ji bo bihîstina agahiyekê ji rêber Ocalan li Kurdistan û Ewropayê çalakî tên lidarxistin. Heke ji rêber Ocalan agahî neyê wergirtin, jixwe dikare bê gotin ku ev çalakî dê gelekî berfirehtir bibin. Ji ber ku ne gelê Kurd, ne dostên wan, ne jî PKK û gerîla ku avadaniyeke mezin a rêxistinî ava kiriye, bi gelek daxuyaniyan diyar dikin ku êdî tehemulî tecrîda li ser rêber Ocalan nakin. Ji ber vê yekê di daxuyaniyên rêveberên PKK'ê de gelek caran hişyariyên krîtîk tên kirin û dibêjin "Hesabekî şaş nekin."

RÊBER OCALAN ÇI HIŞYARÎ KIRIBÛN?

Rêber Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di telefonê de bal kişandibû ser vê xetereyê. Di hevdîtinê de gotibû; "Heke dê hevdîtinek çêbe, divê di çarçoveya qanûnî de be." Ji ber ku dema hiqûq tune be, ev muzakere li gorî berjewendî û ferzkirinên siyasî yên hikumetê çêdibin. Rêber Ocalan got; "Ya ku we kiriye gelekî şaş e. Dewlet jî şaşiyê dike, hûn jî. Ev ne hiqûqî ye û ne jî rast e. Ev yek tu carî nayê qebûlkirin." Her wiha gotibû; "Ev gelekî xeterank e jî. Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye." Dema ku wiha gotibû jî telefon qut kiribûn. Çima telefon qut kiribûn? Ji ber ku rêber Ocalan lîstika desthilata AKP-MHP'ê xera kiribû. Her kes hişyar kir ku ew ferzkirinên hikumeteke ku mafên gelê Kurd nas nake, qebûl nake, dixwaze li ser bingeha mafên xwe yên qanûnî yên neteweyî û navneteweyî muzakereyan bike û ew ê nehêle hevdîtinên din wek şantajekê li dijî wî bên bikaranîn.

CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ JI HEVDÎTINÊN PARÊZERAN RE NIKARIN BIBIN ASTENG

Ji 3'yê Adara 2020'an ve bi rêber Abdullah Ocalan re tu têkiliyeke fîzîkî nehatiye danîn. Ji wê demê ve ne malbat û ne jî parêzer nikarin rû bi rû hevdîtinê bikin û der barê tenduristiya rêber Ocalan de tu agahî tune ne. Di demên berê de hevdîtin bi hincetên 'hewayê nebaş ' an jî 'keştî xirabe ye' dihatin astengkirin û niha jî bi hinceta cezayên disîplînê yên neqanûnî tên astengkirin. Bala xwe bidinê, heta niha zelaliyek nîn e bê ka çima ev cezayên dîsîplînê hatine dayîn. Bi vî rengî rê li ber vekirina pêvajoya hiqûqî ya dijber jî tê girtin. Ji ber ku heke ceza bê dayîn, mafê kesan heye ku piştî şêwira bi parêzerên xwe re bi awayekî qanûnî serî li dadgehê bide. Lê belê di pergala Îmraliyê de hem ceza tê dayîn, hem jî destûr nayê dayîn ku bi parêzeran re hevdîtin bê kirin. Ev qanûn serdanên malbatê ji bo demekê bi cezayên dîsîplînê dikare sînordar bike, lê nikare serdanên parêzeran asteng bike. Her wiha destûrê nadin ku rêber Ocalan têkildarî dozên ku li Yewnanistanê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vekirine, bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

HEWL DIDIN TÊKILIYA ÎMRALIYÊ BI TEMAMÎ JI CÎHANÊ QUT BIKIN

Hincetên wekî 'cezayê disîplînê' ji hincetên berê yên wekî 'keştî xirabe ye' û hwd gelekî xeternaktir in. Heke li cihekî cezayê dîsîplînê hebe, ev yek nîşan dide ku li hemberî rêber Ocalan û hevalên wî yên din ferzkirineke cidî, zordarî heye û li aliyê din jî li dijî vê ferzkirin û zordariyê têkoşîneke cidî tê meşandin. Bê guman tê zanîn ku cezayên dîsîplînê jî ji bo pêşî li berdanên  gengaz ên hiqûqî were girtin, ji aliyê hikumetê ve wek rêbazeke nemerdî ya şewitandina dema înfazê tê bikaranîn. Gerçî bi cezayên dîsîplînê yên 6 mehan carekê hewl didin têkiliya Îmraliyê yekser ji cîhanê qut bikin. Rêber Ocalan li dijî van hemû hewldanên şerê psîkolojîk ê li dijî wî û li ser navê gelê Kurd, şerekî mezin ê îradeyê dimeşîne.

CPT Û DMME BÊ DENG IN

Lewma jî aşkera bûye ku tecrîda li Îmraliyê bi tene ji aliyê hiqûqî ve nayê têkbirin. Li Îmraliyê ne qanûnên neteweyî ne jî yên navneteweyî naxebitînin. Ji destpêkê ve rewş bi vî rengî ye. Bêyî vê yekê dewleta Tirk nedikarî pergala tecrîdê ya Îmraliyê 24 salan bidomanda. Tevî ku hemû bêhiqûqiyên navneteweyî yên li Îmraliyê li holê ne jî, tevî rapora CPT’yê ya li ser tiştên di demên borî de li Îmraliyê qewimîn jî, ji sala 2019'an ve li ser navê rêber Ocalan di DMME’yê de biryarek nehatiye dayîn û Konseya Yekitiya Ewropayê ya ku CPT’yê pê ve girêdayî ye, biryarek li ser vê bêhiqûqiyê nedaye. Ji daxuyaniyên ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî tê fêmkirin ku sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî tevî hemû serlêdanên xwe jî erkên xwe bi cih neanîne û li hember tecrîdê bê deng mane.

HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ PÊK NEYÊ ÊRIŞ BI DAWÎ NABIN

Dema ev hemû nêzîkatî bên nirxandin, lingekî tecrîda mutleq Tirkiye ye û lingê din jî Ewropa ye, hêzên Komploya Navneteweyî ne. Ev yek nîşan dide ku komploger ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêlin, di nava hewldanên mezin de ne. Lingekî vê têkoşînê li Îmraliyê ye, lingên din jî li hemberî êrişên li Zap, Metîna, Avaşîn, Qendîl, Asos, Şengal, Mexmûr, Rojava û Bakur in. Mirov dikare bêje ku komkujiya dawîn a li Parîsê yekser têkiliya xwe bi tecrîda li Îmraliyê re heye. Li navenda van hemû êrişan bê guman rêber Ocalan heye. Lewma jî heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk neyê, ev êriş dê nesekinin. Wê demê pirs ev e; ji bo şikandina tecrîdê divê gelê Kurd di pêvajoya pêş a têkoşînê de çi bike?

BERSIVA JI ÊRIŞÊN BERFIREH RE

Berî her tiştî hêjayî bîrxistinê ye ku di êrişên heta niha de ji destkeftiyên gelê Kurd gavek bi paş de nehatiye avêtin û ev sal bi têkoşînê derbas bûye. Berxwedana gerîla desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku yek ji aktorên girîng ên van êrişan e, anî ber têkçûnê. Di aliyê leşkerî de li Metîna û Zapê windahiyên mezin dan û ji hin deverên dagir kiribûn vekişiyan. Dîsa li gel komkujî, êriş, girtin û gefên girtina HDP'ê yên li dijî têkoşîna siyasî ya demokratîk a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê gel gavek jî bi paş de neavêt. Tevî êrişên bi rojane yê li ser Rojava jî gelê wê şoreşa xwe parast û li hemberî êrişên dagirkeriyê bê bersiv nema. Herî dawî gelê Kurd ê li dîasporayê bi bersiva xwe ya li dijî komkujiya duyemîn a Parîsê nîşanî her kesî da ku xwedî hêzeke çawa ye. Li her derê, li Şengal û Mexmûrê gelê Kurd bersiv da êrişan. Lewma komplo bi awayekî berbiçav hatiye paşxistin, lê nikare bê gotin ku bi dawî bûye. Zehmet e ku heta heta rêber Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, mirov bibêje komplo bi dawî bûye.

NABE TU ASTENGÎ LI PÊŞ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN HEBIN

Ji ber vê yekê hem ji bo faşîzma AKP-MHP'ê hem jî ji bo komplogerên navneteweyî, hem jî ji bo tevgera azadiyê û gelê Kurd dê sala 2023'yan bibe saleke krîtîk û dijwar a têkoşînê. Lewma divê mirov bibîne ku rêya serkeftina vê pêvajoyê ji bo gelê Kurd şikandina tecrîda li Îmraliyê ye û bibîne ku azadiya rêber Ocalan di sala 2022'yan de dema ku gelê Kurd bi giştî li hemû parçeyan li benda azadiya rêber Ocalan e, bi têkoşînê dibe. Komplo û tecrîdê tu bingeheke xwe ya hiqûqî û rewa nîn e. Gelê Kurd ji bo Rêbertiya xwe daxwaza azadiyê dike û ji bo vê tê têkoşe û ev jî mafekî herî xwezayî û meşrû ye. Ev hem pêwîstiyeke mirovî hem jî exlaqî ye. Lewma jî dema ku rojeva bingehîn a şer û aştiyê, siyaset û dîplomasiyê, jin û ciwanan, bi kurtasî hemû xebat û rêxistinan, li ser azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan be, tu hêz nikarin bibin asteng ku sala 2023'yan bibe sala rêber Abdullah Ocalan.