Li Amûdê merasîma xiyabî ya Canda Îsmaîl

Şêniyên Amûdê û gundên wê tev li merasîma şehîd Canda Îsmaîl a ku di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, bûn û soza şopandina rêya şehîdan da.

27 kanûn, 2022   15:15
AMÛDÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê merasîma xiyabî ya gerîlaya HPG’ê Canda Îsmaîl (Adar Çiya) li dar xist. Canda Îsmaîl di 5’ê Mijdarê de tevî 10 gerîlayan di encama êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Konê merasîmê li pêşiya mala şehîd Adar a li gundê Werdiye yê li ser rêya Hesekê-Amûdê hat vegirtin.

Di merasîmê de bi dehan şêniyên navçeyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Kongra Star a navçeyê beşdar bûn.

Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Seîd Ferso destnîşan kir ku gerîla hêza gel a xelasiya ji bindestiyê ye û got: “Gerîlayên azadiyê sînoran nas nakin û li her derê şer dikin, gelê me jî dê heta dawiyê li pişta gerîla be.”

/ar/uploads/files/2022/12/27/132508_jlylh-athman.webp

Her wiha, endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Celîle Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker îradeya jinên azad hedef digire û hewl dide destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin têk bibe lê belê gel serê xwe natewîne.

/ar/uploads/files/2022/12/27/132542_yarb-ksar.webp

Piştre, hevserokê şaredariya Çaxir Bazar a Amûdê Ereb Kesar ked û fedakariya şehîd Canda silav kir û di şexsê wê de şehîdên Komkujiya Duyem a Parîsê bi bîr anîn.

Kesar di axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û hedefgirtina têkoşerên Kurd.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Canda Îsmaîl ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hena Xalid ve hat xwendin û ji bo malbata şehîd hat radestkirin.

(mh)

ANHA