Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi encamnameyekê bi dawî bû

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê da zanîn ku divê doza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ji doza gelekî vegere doza tevahî gelan û azadîxwazan.

Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi encamnameyekê bi dawî bû
27 kanûn, 2022   15:39
QAMIŞLO

Vê sibehê li hola Zana ya Qamişloyê bi diruşma "Azadiya rêber Apo garantiya çareserî û aştiyê ye" konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hate lidarxistin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji hêla endama însiyatîfê Semer Ebdulah ve hate xwendin û wiha hate gotin: "Di konferansê de nîqaş li ser du beşan hatin kirin; krîza Rojhilata Navîn û çareseriya dozen gelan, komploya navneteweyî û girîngiya azadiya Ocalan hatin kirin. Nîqaş dewlemend bûn û bal kişand ser dozên demokratîk û pirsgirêkên girêdayî jinê, ciwan, civak, binesaziya wê ya aborî, krîza cîhanê, krîza Rojhilata Navîn, seemên wê û çawaniya xwegihandina çareserkirina wê.

Rêber Ocalan doz weke doza rejîman û çareserkirina dozên gelan dît û bi vê yekê rê ne tenê li pêş gel, azadîxwaz û demokratên li herêmê vekir, lê belê li tevahî cîhanê vekir.

Di encamnameyê de gelek pêşniyar hatin kirin:

Doza azadiya fîzîkî ya Ocalan ji doza gelekî bibe dozeke girêdayî tevahî gelan, azadîxwazan û demokratan.

Hevbendiyeke demokrasî ji azadîxwaz, demokrat û hiqûqnasên li asta herêmê ji bo parastina Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya wî were avakirin.

Komîteyeke şopandinê were avakirin ku erka wê xebat û hevkariya bi Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê re be ku azadiya wî pêk bînin.

Xebat li ser asta herêmî û cîhanê were kirin ku doza azadîxwazên demokrat ên li Rojhilata Navîn were veguhstin û blokeke demokrat were avakirin ku xwedî li doza Ocalan derkeve û ji bo azadiya wî bixebite."

(fr)

 ANHA