Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya Parîsê ya duyemîn hate şermezarkirin

Bi sedan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya Parîsê ya duyemîn û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin, soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

27 kanûn, 2022   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn û tecrîda li ser rêber Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya parka rêber Ocalan a taxa Nasira dest pê kir û ber bi avahiya Desteya Jîngeh û Şaredariyan a taxa Kelasê ve bi rê ket.

Li wir endama rêveber a yekitiyê Lîza Hiso axivî û berxwedana rêber Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got: “Heta ku em li ser şopa fikrê rêber Ocalan in, dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya gel têk bibe.”

Di dawiyê de Lîza soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê da.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RFE_btGHfFc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Kantona Kobanê jî endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya dergehê bakur ê Sirînê dest pê kir û ber bi şaredariya bajêr ve bi rê ket, li wir ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan daxuyaniyek hat xwendin.

Li Navçeya Şêranê jî Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn xwepêşandanek bi dirûşma “Careke din û bi destên veşartî komkujiya Parîsê dubare dibe” li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û ber bi navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi rê ket.

Li wir hevseroka meclisa navçeyê Lutfiye Silêman bang li hikûmeta Parîsê kir ku sûcdaran ceza bike û got: “Li welatê ku bi parastina mafên mirovan bang dike, sûcdar bi serbestî komkijiyan li dijî Kurdan pêk tînin.”

Lutfiye wiha domand: “Em baş dizanin ku armanca dijmin têkburina projeya me ye, ji ber wê jî ew kesayetên welatparêz hedef digirin, komkujiya Parîsê jî ji aliyê pergalên zordest ve hatiye plankirin, ji ber wê jî em dibêjin ku hewldanên wan dê bi ser nekevin.”

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-1V1X_FprQc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Eyn Îsayê jî, Koordînasyona Kongra Star a navçeyê bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişên li dijî Kurdan rawestînin.

Her wiha di daxuyaniyê de komkujiya ku li Parîsê pêk hatiye û di encamê de 3 Kurd şehîd bûn û 3 kesên din birîndar bûn, hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku van komkijiyên li dijî Kurdan rawrstînin û komkujiya yekemîn a Parîsê ya 2013’an ku di encamê de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan şehîd bûn, hat bibîranîn.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l6xmB0eyIl4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, Kombûna Jinan a Zenûbya ya Minbicê li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û bi beşdariya endamên kombûnê, meclisa jinan, komîteya hundirîn, Nivîsgeha Karûbarên Civakî, komîteya tenduristiyê, partiyên siyasî û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de komkujiya Parîsê ya duyemînû hedefgirtina îradeya gel û jinan bi taybetî hat şermezarkirin û komkujiya yekemîn a Parîsê ya 2013’an ku di encamê de 3 jinên têkoşer şehîd bûne hat bibîranîn.

Di dawiya daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şermezarkirin.

(mh)

ANHA