​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Avrîn Tolhildan

Şêniyên Kobanê sersazî da malbata şehîda Avrîn Tolhildan ku di êrişa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê de şehîd bûbû.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Avrîn Tolhildan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Avrîn Tolhildan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Avrîn Tolhildan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Avrîn Tolhildan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Avrîn Tolhildan
27 kanûn, 2022   13:07
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê berê xwe da konê sersaziyê yê şehîd Perwîn Mihemed (Avrîn Tolhildan) ku li gundê Helencê hate vegirtin. Avrîn Tolhildan di 05.11.2022′yan de li Zapê şehîd bû.

Di merasîma sersaziyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Adil Hacî wiha got: "Em bêdengiya navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin."

Hacî wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker bi hemû cureyên çekan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, piştî binkeftina wê di dagirkirina herêmê de bi çekên kîmyewî êriş dike. Ev êriş hemwextî bêdengiya navneteweyî ku ji dewleta Tirk re erênkirinek e, pêk tê."

Hacî di dawiyê de got divê her kesê îdia dike ku parêzvanê mafên mirovan e li wijdana xwe li hembe komkujiyên li dijî gelê herêmê pêk tên, vegere.

Her wiha endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh wiha got: "Hêzên gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker da û berxwedana wan li hembere çekên pêşketî ji gelê herêmê re serkeftineke mezin e."

Nûh wiha domand: "Li gel berxwedana lehengane ku hêzên gerîla pêk tînin, em bi ewle dijîn. Divê em jî têkoşînê bilind bikin û piştgiriya wan bikin."

Li dawiyê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA