Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin

Aliyên çandî, olî û civakî komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û li dijî komployên li ser gelê Kurd banga xurtkirina têkoşînê kir.

Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin
Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin
Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin
Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin
Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin
Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin
Hêrsa li hemberî komkujiya Parîsê zêde dibin
27 kanûn, 2022   13:28
NAVENDa NÛÇEYAN

Li gelek bajar û navçeyan bi çalakiyên cûda komkujiya duyemîn a Parîsê hat şermezarkirin û bang li hikumeta Fransayê hate kirin ku tavilê lêpirsînekê der barê komkujiyê de veke û hesab ji sûcdaran bipirse.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JCKrUyyRjwU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê li ber Navenda TEV-DEMʹê ya li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û daxuyanî da.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Barîn Mihemed daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Fransayê hat kirin ku têkildarî komkujiyê lêpirsîneke adilane veke û sûcdaran sewqî dadgehê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk berpirsê kiryarên terorîst e.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê jî bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn.

Endama Saziya Jinan a Olî ya Til Temirê Gulnaz Mihemed Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de şehîdên her du komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn û hate gotin: "Ev komkujî ne tesaduf in. Lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû plankirin. Armanca vê komkujiyê tunekirina hehebûna Kurdan li her cihî ye."

TIL KOÇER

Şêniyên navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê herikîn bin konê sersaxiyê ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şehîdên komkujiya Parîsê vegirtiye.

Di bin kon de endama rêveber a Kongra Star Xada Şiblî axivî, bal kişand ser êrişên li ser jinên Kurd ên têkoşer û got: "Hedefkirina jinên Kurd ên têkoşer tê wateya hedefkirina hemû jinên ku ji bo azadiya xwe tê dikoşin."

Piştî axaftinan dirûşmên dilsaziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Sersaxî ku du rojan hat qebûlkirin, bi dawî bû.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê jî, sersaxiya ji bo şehîdên komkujiya Parîsê di roja duyemîn de bi dawî bû.

Şêniyên bajarokên Kêşikê û Abirê, di nav de endamên saziyên navçeyê herikîn bin kon ku li garca navçeyê hat vedan.

Di axaftinên ku hatin kirin de, hate gotin ku dê têkoşînê dewam bikin da ku komployên li ser gelê Kurd têk bibin.

Cîgirê hevserokê Meclisa Kêşikê Murad Şemo komkujiya Parîsê şermezar kir û anî ziman ku Parîs êdî ji têkoşerên Kurd û parêzvanên doza Kurd re nemaye cihekî ewle wekî ku dewleta Fransa îdia dike.

Murad Şemo bang li hikumeta Fransayê kir ku der barê vê komkujiyê de lêpirsînekê veke û sûcdaran sewqî edaletê bikin.

Bi navê komînên navçeyê Emîne Ewad jî komkujiya Parîsê şermezar kir û got, ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku komployên li ser gelê Kurd û rêberê wê têk bibin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8sRP-J-gmag" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4sbsNoDC_YY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>