Di konferansa li Qamişloyê de aloziyên Rojhilata Navîn û çareserî hatin nîqaşkirin

Di beşa yekemîn a konferansa yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê de behsa tezên rêber Ocalan ên der barê çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn de hate kirin.

Di konferansa li Qamişloyê de aloziyên Rojhilata Navîn û çareserî hatin nîqaşkirin
27 kanûn, 2022   12:51
QAMIŞLO

Di konferansa yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya li Qamişloyê de beşa yekemîn a bi navê "Krîza Rojhilata Navîn û çareseriya dozên gelan" hate nîqaşkirin. Konferans bi dirûşma "Azadiya rêber Apo mîsogeriya çareserî û aştiyê ye" tê organîzekirin.

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed, hiqûqnas Emar El Şemlan û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Beşîr Mela Newaf beşa yekemîn bi rê ve bir.

Emar El Şemlan nirxandinên rêber Abdullah Ocalan û nêrînên wê yên li ser Rojhilata Navîn xwendin.

Semlan bal kişand ser nirxandinên rêber Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn, erdnîgarî, çandî, gelê wê, rejîmên desthilat, siyaseta wê, derketina desthilatê, çawaniya tevgerîna modernîteya kapîtalîst û binkeftina vê modernîteyê di serkeftina giştî li dijî Rojhilata Navîn de.

Her wiha behsa pêwîstiya rizgarkirina ji têgehên zayendperest, pêwîstiya pêkanîna dostanî û hevkarî yan jî herî kêm nîqaşkirina wê û pêkanîna modela modernîteya demokratîk hatin kirin.

XETEREYÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎZMÊ

Di beşê de hişyarî li ser perspektîfên netewedewletê, bandorên wê li civakan hate kirin û hate gotin ew bingeha mezinbûna pirsgirêkan û bikaranîna hemû beşên civakê ye.

Her wiha hate gotin ku dê mirov li dijî hegemonyaya kapîtalîst a 200 salên borî bikarin nirxekê bidin jiyana civakî, ew jî dema dîrok nas kir û xwe spart şaristaniya demokratîk.

‘AZADIYA JINAN Û EDALETA CIVAKÎ RIZGARKERÊN CIVAKAN IN’

Serokê Rêbaza Sofî ya Qadirî ya Sûriyê şêx Mihemed El Qadirî bal kişand ser rola neteweya demokratîk ku rêber Ocalan ji bo gihandina civakeke exlaqî pêşkêş kir û wiha got: "Divê em nûnerên olan pêşniyarên Rêbertî û pirtûkên wî bixwînin da ku jê fikran bigirin û belav bikin ku civakeke exlaqî bigihînin."

Endamê Desteya Rêveber ê MSD′ê Hesen Mihemed Elî axivî û bal kişand ser krîzên rejîma kapîtalîst li cîhanê ji aliyên aborî, siyasî û civakî ve û got: "Ji bo sekna li hember van krîzan û çareserkirina pirsgirêkên civakê divê em xwe bispêrin projeya demokratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye."

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Erwa Salih jî got: "Bi cewhera jinan edaleta civakî pêkan e.” Her wiha bang li tevahî jinan kir ku fikrê rêber Ocalan ê azadiya civak û jinan pêk bînin.

Xebatên konferansê bi nîqaşên beşa duyemîn a li ser Komploya Navneteweyî û girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam dikin. Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA