Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Li Hesekê şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
27 kanûn, 2022   11:01
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo 134 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê merasîmê bîranînê li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajar li dar xist. Bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û got: "Sala 2022ʹyan tijî astengî bûn, lê bi berxwedana hêzên leşkerî û şehîdên ku niha em wan bi bîr tînin, me ev asteng derbas kirin."

Rojda Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk çiqasî êrişên xwe giran bike wê nikaribe planên xwe bighîne serî.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Ebdulsetar Ehmed jî bal kişand ser rola şehîdan a têkbirina terorê û got: "Van şehîdên leheng berdêlên giranbuha dan da ku em bi azadî û aştî bijîn."

Ebdulsetar soza şopandina rêya şehîdan ta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Piştî axaftinan sînevîzyonek ji wêneyên 134 şehîdan hat pêşandan.

ANHA