Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo muwekîlê xwe bibînin, dîsa serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
27 kanûn, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina muwekîlê xwe Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û du sal in agahî jê nayê stendin.

Parêzer di hefteyê de du caran ji bo hevdîtinê bi rêber Ocalan re bikin serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carinan piştî mehan ji parêzeran re te gotin ku cezayê dîsîplînê li rêber Ocalan hatiye birîn.

Herî dawîn piştî ku qedexeya hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re ya ku di 13’ê Nîsanê de hatibû dayîn di 18’ê Cotmehê de qediya, hate diyarkirin ev qedexe bi awayekî otomatîk hatiye dirêjkirin.

Piştî ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29'ê Îlonê de çû Tirkiyeyê fikarên li ser rewşa rêber Ocalan zêde bûn. CPT’yê di 3’ê Cotmehê de diyar kiribû ew çûne Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî.

Lê Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kiribû wan bihîstine ku di dema serdana CPT’yê de hevdîtina bi rêber Ocalan pêk nehatiye. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 29'ê Mijdarê de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Me bihîst ku di Îlona 2022'an de dema CPT çû Girava Îmraliyê rêzdar Ocalan tevlî hevdîtinê nebûye.ʹʹ