​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da hilbijartinên Lîbyayê yên taloqbûyî

Rojnameyên erebî yên îro behsa hilbijartinên Lîbyayê û Lihevkirina Çarçoveyî ya Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da hilbijartinên Lîbyayê yên taloqbûyî
26 kanûn, 2022   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HILBIJARTINÊN TALOQBÛYÎ YÊN LÎBYAYÊ; SALEKE TIJÎ NÎQAŞ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Lîbyayê saleke din bi dawî kir bêyî ku gaveke berbiçav ber bi lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê ve biavêje ku dihat payîn dawiya sala borî bên lidarxistin û ji ber nakokiyên di navbera aliyên wê de hatibû paşxistin.

Gelek siyasetmedar û şîrovekar behsa girîngiya çareserkirina hin pirsgirêkan beriya lidarxistina hilbijartinan, xwenespartina aliyên derve û esasgirtina diyaloga aliyên Lîbyayê dikin.

Şîrovekarê siyasî yê ji Lîbyayê Idrîs Hemîd ji rojnameyê re wiha got: “Hilbijartinên ku dihat payîn li gorî lihevkirina navneteweyî di 24`ê Kanûna 2021`yan de bihatana lidarxistin, ji ber destwerdanên derve yên Amerîka û Brîtanyayê û bêdengiya gel, hatin betalkirin.

Welatiyên Lîbyayê metirsiyên xwe ji ber dirêjkirina aloziyê li gel destwerdanên derve ji bo berjewendiya hin aliyên li ser serokatiya welêt ketine pêşbirkê, tînin ziman û hêviyên xwe nû dikin ku hilbijartin li gorî dema ku hatiye diyarkirin di salvegera Roja Serxwebûna Lîbyayê de bên lidarxistin.”

‘LIHEVKIRINA ÇARÇOVEYÎ: DERIYÊ HATINA ALÎKARIYÊN NAVNETEWEYÎ BO SÛDANÊ’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê têkildarî rewşa Sûdanê wiha nivîsî: “Ji ber rewşa aborî, siyasî û civakî ya xirab a li Sûdanê pêdivî bi piştevaniyê aborî û alîkariyên mirovî yên lezgîn hebû da ku pêdiviyên miletê xizan bên peydakirin.”

Li gorî koordînatorê kar û barên mirovî yê NY`ê Kharadiata Le Ndiaye, pêwîstiya Sûdanê bi awayekî lezgîn bi nêzî 1.7 milyar dolarî heye. Her wiha anî ziman ku pêdiviya 15 milyon welatiyên Sûdanê bi alîkariyên mirovî heye ku ev hejmara herî bilind di 10 salên dawîn de ye.

Pirspor û şîrovekarên siyasî, îmzekirina Lihevkirina Çarçoveyî û vekirina deriyê alîkariyan û piştevaniya mirovî û darayî ya civaka navneteweyî di dema pêş de bi hev ve girê da û hişyarî da ku ji ber guhertina hin bendên ku li ser nehatine lihevkirin, ev lihevkirin dewam neke.”