​​​​​​​Parlamenterên HDP’ê li ber parlamentoyê dest bi çalakiya li dijî tecrîdê kir

Parlamenterên HDP’ê ji bo protestokirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li pêş Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dest bi çalakiya nobetê kiribû. Piştî ku ew çalakî hate qedexekirin, li pêşiya parlamentoya Tirkiyê çalakiya nobetê dan destpêkirin.

​​​​​​​Parlamenterên HDP’ê li ber parlamentoyê dest bi çalakiya li dijî tecrîdê kir
26 kanûn, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên HDP’ê ji bo ku rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dest bi nobetê kiribû. Çalakiya nobetê di roja 4’an de didome. Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Mûazez Orhan, Celadet Gaydali û Gulistan Kiliç Koçyîgît ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Parlamenter li ber deriyê parlamentoyê ji aliyê polîsan hatin astengkirin.

Polîsan got ‘ferman’ ji wan re hatine û ew ê ‘destûrê nedin’ ku parlamenterên HDP’ê biçin pêşiya Wezareta Edaletê. Polîsan gef li rojnamevanan jî xwar û ew ji qadê dûr xistin.

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir ji bo ku rêber Abdullah Ocalan karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike wan li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kiriye û got: “Îro bêyî ku biryareke nivîskî û zemîneke qanûnî hebe, li ber deriye parlamentoyê pêşiya me hate birîn. Nehiştin em biçin Wezareta Edaletê. Ji bo protestokirina vê bêhiqûqiyê em îro li vir in. Em ê daxuyaniya xwe ya li ser tecrîd û rewşa krîtîk a Îmraliyê îro li parlamentoyê bidin. Em vê nobeta xwe bidomînin. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”