Fermandariya YPJ’ê: Em ê li ser rêya Heval Evîn bin 

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê destnîşan kir ku Evîn (Emîne Kara) a di komkujiya Parîsê ya duyemîn de şehîd bû, dema çeteyên DAIŞ’ê  êrişî Rojava kir berê xwe da axa Rojavayê Kurdistanê, xwe erka xwe ya welatparêziyê pêk aniye û têkoşînek bê eman meşandiye. Fermandariyê diyar kir ku dilsoziya Ş. Evîn a azadiyê, dilsoziya YPJ’ê ye û ewê li ser rêya wê têkoşînê bilind bikin.

Fermandariya YPJ’ê: Em ê li ser rêya Heval Evîn bin 
26 kanûn, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê komkujiya Parîsê ya duyemîn ku Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn (Emîne Kara), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil şehîd bûn de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Feraseta dijminahiya azadiyê dike, her carê bi komkujiyan hewl dide ku têkoşîna azadiya jin û gelan bişkîne. Ji lewra her jin û kesên ku jiyana xwe fedayî tekoşîna azadiya gelan kirine, dibin hedefa desthilatdarên faşîst. Dewleta Tirk a dagirker careke din li hemû deverên cîhanê bi awayekî herî nemerdane dijminahiya xwe ya li hemberî jinên ku bindestî nepejirandine û pêşengtiya tekoşîna azadiyê dikin, nîşanî tevahî cîhanê da. Komkujiya ku li Parisê di şexsê Hevrê Evîn Goyî de pêk hat, vê rastiyê şênber dike. Komkujî ji dîrokê heya roja me ya îro nasnameya Komara dewleta Tirk e.

Hevrê Evîn weke jineke Kurd a tekoşer, hemû jiyana xwe di oxira azadiya jin û gelan de feda kir. Li hemû deverên Kurdistanê ji bo welatê xwe kar û xebat meşand. Dema çeteyên DAIŞ’ê  êrişî Rojava kir ji bo gelê xwe berê xwe da axa Rojavayê Kurdistanê. Li hemberî gelê xwe erka xwe ya welatparêziya jin bi dilekî wêrek pêk anî. Kesayetên weke hevrê Evîn li hemû deverên Kurdistanê ji bo azadiya tevahî gelan têkoşîneke bê eman dane meşandin. Ji ber wê yekê ji aliyê rejîma faşîst a Erdogan ve hate hedefgirtin.

Weke hêzên YPJ’ê em vê komkujiyê şermezar dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û birîndarên komkujiyê re şifa dixwazin. Ev komkujî di şexsê hevrê Evîn, Hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi nirx Abdullah Kizil de li hemberî gelê Kurd û gelê bindest pêk hat. Dilsoziya Hevrê Evîn a ji bo azadiyê dilsoziya YPJ’ê ya ji bo azadiyê ye, em ê jî li ser mîrateya ku heval Evîn ji me re hêliştiye têkoşîna xwe berztir bikin. Soza me ew soz e ku em ê tola jinên ji aliyê deshilatdaran ve hatine qetilkirin li erdê nehêlin.”