Çeteyan li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir-HAT NÛKIRIN

Komeke çeteyên DAIŞ’ê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya bakur rojavayê Reqayê kir.

Çeteyan li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir-HAT NÛKIRIN
26 kanûn, 2022   09:08
REQA

Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê êrişeke çekdarî bir ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya li bakur rojavayê bajarê Reqayê.

Hate zanîn ku li nêzî cihê êriş lê çêbûye, girtîgeheke çeteyên DAIŞ’ê heye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn devera êriş lê çêbûye dorpêç kir.

ANHA