Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede

Hindek maye ard li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye biqede. Meclisa Aborî ya çavdêriya firinan dike, ragihand ku hindek maye depo vala bibe.

Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
Bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê re ard dike biqede
26 kanûn, 2022   08:10
HELEB-XEYS ŞEMSEDÎN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça tengav a Firqeya 4`an a hikumeta Şamê, gelek zehmetiyan dikişînin.

Di encama dorpêçê de, ard li her du taxan kêm bûye û êdî ardê ji bo firinan hatiye depokirin, dike biqede.

Li gorî Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di depoyan de tenê 300 ton ard maye ku tenê têra 10 rojan dike.

Rojane derdora 27 ton ard, di firinan de dibe nan li zêdetirî 200 hezar kesî tê belavkirin.

HINDEK MAYE DEPO XILAS BIBE

Hevserokê Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Ehmed Tirkî hişyarî da ku heke dorpêç berdewam bike, dê ardê hatiye depokirin biqede ku niha tenê ji bo 10 rojan maye.

Li her du taxan 7 firin, nan dipêjin. Pêwîstiya wan heftane bi 80 bermîl mazot heye da ku jenerator û ocaxên nên bixebitin. Piştre nan bi rêya komînan li ser şêniyan tê belavkirin.

Tirkî, got dorpêça Firqeya 4`an ne ya du mehan e lê belê ji 5 salan ve ev dorpêç heta îro berdewam e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Lê vê carê nahêle heta madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibe ku şêniyan tengav bikin û astengiyên mezin li pêşiya wan derxin. Ji ber wê nehişt mazota germkirinê derbasî her du taxan bibe tevî ku zivistan e.”

Tirkî diyar kir ku heke dorpêç bi vê şêwazê berdewam bike ardê di depoyan de dê biqede, dê firin herî zêde heta hefteya bê nan çêkin û got: “Pêwîstiya firinan heftane bi 70 heta 80 bermîl mazot heye da ku nan bipêjin ku ew jî li ber xilasbûnê ye.”

DABÎNKIRINA XEBITANDINA FIRIN Û NEXWEŞXANEYAN

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 22`yê Kanûnê de belavokek belav kir ku ji aliyê Meclisa Giştî ya her du taxan ve hatiye erêkirin ku li gorî wê jeneratorên bi sibê dixebitin rawestin ku nirxê her ambêrekê gihaşt 41 hezar lîre.

Şaredariyê di belavokê de, destnîşan kir ku ji ber ku rêyên her du taxan nayên vekirin û dorpêç berdewam dike, divê tevahî jenerator rawestin da ku sotemeniya heyî bikin xizmeta firin û navenda tenduristiyê ya yekane li her du taxan.

Selah Tirkî têkildarî vê mijarê got: “Firqeya 4`an bi zanabîn, dorpêçê didomîne. Li gel bihabûna dolarê, azarên gel zêde dibin. Heke firin rawestin, dê rewş aloztir bibe.”

Di dawiyê de Selah Tirkî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, aliyên têkildar kir ku bi lez çareseriyekê bibînin û wiha anî ziman: “Bi sedhezaran şênî li her du taxan dimînin. Heke dorpêç berdewam bike dê karesatek rû bide. Firqeya 4`an li dijî gel e. Ew baçan li ser wan ferz dikin. Em jê sotemenî û ard naxwazin, tenê dibêjin rê vekin da ku madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin.”

(şx)

ANHA