​​​​​​​Rewşa karkerê di êrîşa dagirkeran de birîndar bû giran e

Karkerê bi navê Bozan Şêx Nebî (48) ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser Midûriyeta Îstasyona Avê ya li gundê Şiyoxa Jorîn a Kobanê de birîndar bibû, giran e.

​​​​​​​Rewşa karkerê di êrîşa dagirkeran de birîndar bû giran e
​​​​​​​Rewşa karkerê di êrîşa dagirkeran de birîndar bû giran e
​​​​​​​Rewşa karkerê di êrîşa dagirkeran de birîndar bû giran e
26 kanûn, 2022   08:07
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker 22’yê Kanûnê (2022) bi çekên giran Midûriyeta Avê ya Kobanê ku li Gundê Şiyoxa Jorîn ê li rojavayê bajar e, topbaran kiribû. Di topbaranê de 3 karkerên midûriyetê yên bi navê Fadil Bazar (49), Bozan Şêx Nebî (48) û Mislim Hemo (55) birîndar bibûn.

Hersê birîndar veguhestibûn nexweşxaneya El Emel a Kobanê. Mislim Hemo û Fadil Bazar piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketin. Lê rewşa birîndarê bi navê Bozan Şêx Nebî giran e.

Li gorî agahiyên ku rayedarên nexweşxaneyê dane, Şêx Nebî hîn di beşa lênêrîna giran de tê dermankirin û rewşa wî nediyar e.

Mislim Hemo ku ji nexweşxaneyê derketiye, diyar kir ku ew ji serî û pişta xwe birîndar bûye, rewşa wî baş e, lê hîn jî li malê dermankirina wî didome.

Mislim Hemo da zanîn roja êrîşê ew çûbûn herêmê da ku xeta îstasyona avê ya xirab bibû çêbikin. Hemo anî ziman ku xeta avê ji çemê Firatê tê û pêdiviya ava vexawarinê ya herêmê pêşwazî dike û got: “Wê rojê îstasyon xirab bibû û gel bê av mabû. Em jî çû ku çêbikin, piştî me karê xwe xilas kir êrîş pêk hat.”

Hemo anî ziman ku ew herdu hevalên xwe di seyareyê de birîndar bûne û wiha dom kir: “Em birin nexweşxaneyê, piştî rewşa me baş bû, ez û hevalek xwe derketin. Lê hevalê me Bozan hîn di nexweşxaneyê de ye.”

Mislim Hemo bibîr xist ku beriya niha jî gelek caran artêşa Tirk a dagirker xetê avê û karkerên îstasyonê kirine hedef.