​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-12-2022`YAN
25 kanûn, 2022   23:00

Şêniyên kantona Qamişlo tev li merasîma sersaxiyê dibin ku ji bo şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn li Qamişlo, navçeyên Dêrik, Amûdê, Çilaxa dibin. Di heman çarçoveyê de, şêniyên Hesekê tev li çalakiya konvedanê dibin ku li Parka Xwendinê ya taxa Nasra hatiye lidarxistin, saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li ser bangewaziya Kongra Star, bi tevlêbûna çalakvan, têkoşer, nivîskar, rewşenbîr û karmendên jin bi armanca piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê (Şoreşa Keziyan) li stada Heysem Keco ya Qamişlo çalakiyeke protestoyî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê 6 şehîdên tevgerê ku sala borî di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûbûn bi civînekê bi bîr tîne ku li hola Sînema ya Kobanê saet di 11:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn, li pêşiya navenda meclisê daxuyanî dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li gel şertên hikumeta Şamê ferz kirine, ne hêsan e û got krîza Sûriyê tenê bi diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çareser dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai Mihemed bang li eşîrên li herêmên dagirkirî kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hindek maye ard li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye xilas bibe. Meclisa Aborî ya çavdêriya firinan dike, ragihand ku hindek maye depo xilas bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Weqfa Jina Azad a Sûriyê di salekê dewreyên perwerdeyê ji 5 hezar û 404 kesan re vekirin û alîkariyên tenduristiyê pêşkêşî 6 hezar û 521 nexweşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Di salekê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 fîlm, rêzefîlmek, 3 kurtefîlm, 15 bername, 10 stran û klîp hatine derxistin, 13 şano hatine pêşandan, 4 mîhrîcan û festival, 9 pêşangehên şêwerkariyê, 9 şevbuhêrk û çalakiyên hunerî û 2 pêşbirkên hunerî hatine lidarxistin. (BI WÊNE)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Di gaveke nepêşbînkirî de Qahîreyê ji nişkê ve biryara danîna sînorên deryayî bi Terablisa Lîbyayî re da, ku çavdêran ev biryar wek nîşana nakokiyên di navbera herdu dewletan de nîşan da, nexasim ku hikûmeta Yekitiya Niştîmanî ya Lîbyayî ya ku Misir wê nerewa dibîne, hîn heye, gelo encamên vê gavê çi ne? (BI WÊNE)

ANHA