Siyasetmedar: Tu çareserî bi nêzîkbûna bi dewleta Tirk re tune ye

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li gel şertên hikumeta Şamê ferz kirine, ne hêsan e û got krîza Sûriyê tenê bi diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çareser dibe.

Siyasetmedar: Tu çareserî bi nêzîkbûna bi dewleta Tirk re tune ye
26 kanûn, 2022   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Berpirsên dewleta Tirk a dagirker daxuyand ku ew amade ne lihevkirinekê bi hikumeta Şamê re pêk bînin. Ew yek bi rêya wezîrê Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar ku şemiya borî daxuyand ku ew amade ne bi hempîşeyê xwe yê sûrî re hevdîtinê bikin, pêk hat.

Li aliyekî din jî hikumeta Şamê ji bo çi nêzîkbûnekê bi dewleta Tirk a dagirker şertên bingehîn danîn, di serî de vekişîna giştî ya hêzên dewleta tirk a dagirker ji xaka Sûriyê û desteka xwe ji komên çete re rawestîne.

Ruxmî nepixandina mezin a li ser dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, lê gelek çavkaniyên rojnamegerî li ser zimanê çavkaniyên di hikumeta Şamê de da zanîn hikumeta Şamê nêzîkbûna bi dewleta Tirk a dagirker re red kir û "serkeftina bêpere" ji Recep Tayyîp Erdogan re beriya hilbijartinên serokatiyê yên dewleta Tirk ên di Hezîrana 2023′yan de pêşkêş nake.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, piranî hêzên siyasî, tevgerên jinan, ciwan û rêxistinên civaka sivîl çi nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de red kir, ji ber mîna vê yekê dê bi xwe re xeteriyan li ser yekitiya xaka Sûriyê û mozaîka wê bîne. Van hêzan bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna berê xwe dide dewleta Tirk a dagirker ku rûbereke mezin ji xaka welat dagir kiriye, diyalogê bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne.

/kr/uploads/files/2022/12/25/193335_-.webp

Girêdayî mijarê, berdevka PYD′ê Sema Begdaş li ser xwezaya têkiliya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de axivî û wiha got: "Ev yek ji taybetmendiyên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e, carekê nakok in, careke din li hev dikin. Têkiliya dewleta Tirk û Şamê ji serdema Lîwa Iskendron heta bi komploya li dijî rêber Ocalan de têkiliyeke normal bû."

Sema wiha domand: "Ev têkilî piştî îmzekirina Peymana Edenê ya 1998′an, derketina rêber Ocalan û radestkirina têkoşeran ji Tirkiyê re, di navbera dewleta Tirk û Sûriyê de li ser astên siyasî û aborî bi pêş ketin."

PIŞTÎ KRÎZÊ

Li ser vê têkiliyê ku piştî krîza Sûriyê ya Adara 2011′an de Sema Begdaş wiha pê de çû: "Dewleta Tirk rejîma Sûriyê tawanbar kir ku hikumeteke terorîst e û divê dev ji desthilata xwe berde. Lê Sûriyê jî dewleta Tirk tawanbar kir ku destekê dide DAIŞ′ê û sedema derbasbûna bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê di xaka Tirkiyê ber bi Sûriyê bû."

JINÛVE VEGERANDINA SÎNARYOYA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Sema da zanîn ku xema Erdogan a yekan e bi rejîmê re nêzîk be, da ku projeya Rêveberiya Xweser wêran bike û ev tişt anî ziman: "Bi vê yekê dixwaze ji nû ve sînaryoya komploya navneteweyî ku gelê Kurd hedef girtiye, vegerîne. Îro bi rêya jinûve vegerandina têkiliyên xwe bi rejîmê re dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi dawî bike, nexasim pirsgirêka penaberên sûrî ku hilbijartinê qezenc bike."

Têkildarî rola Rûsya di nêzîkbûnê de Sema ev tişt got: "Di dîrokê de asta dijminatiya dewleta Tirk û Rûsya eşkere ye. Îro jî eşkere ye ku hin mijarên aborî hene, me di daxuyaniyên Rûsyayê de dîtin ku dewleta Tirk bibe navenda veguhastina gaze ber bi Ewropayê ve. Dewleta Tirk ji vê yekê sûdwar e."

Sema bal kişand ser siyasetên Rûsya yên ji nû ve vegerandina xurtkirina hikumeta Şamê û wiha got: "Rûsya ev siyaset bi dewleta Tirk re di radestkirina gelek herêman de bi kar anîn û herêm radestî rejîmê kirin. Ev siyaset hîna tê bikaranîn û Rûsya dixwaze bandorê li dewleta Tirk bike. Pêdiviya dewleta Tirk jî bi asteke navneteweyî heye ku vê mijarê qezenc bike û bibe navenda veguhastina gazê ber bi Ewropayê ve. Dê ev qezenc ji dewleta Tirk re be û wê hewl bide di hilbijartinan de bi kar bîne."

ASTENGIYÊN LI PÊŞ VÊ NÊZÎKBÛNÊ

Sema diyar kir ku zehmet e ku ev nêzîkbûn, ji ber şertên dewleta Sûriyê li pêş dewleta Tirk danîen, pêk bê û ev tişt got: "Divê di destpêkê de dewleta Tirk ji tevahî xaka Sûriyê derkeve, desteka ji komên çete re rawestîne û sûrî bi rêya lihevkirineke siyasî vegerin."

NÊZÎKBÛNA BI DEWLETA TIRK RE TU ÇAREYÊ BI XWE RE NÎN E

Sema got nêzîkbûna bi dewleta Tirk a dagirker re bi xwe re tu çare û ewlehiyê li herêmê nîn e û got çare di yekitiya xaka Sûriyê û pêşxistina diyalogê di nava sûriyan de ye.

NÊZÎKBÛNÊ NE TENÊ ZIRARÊ DIDE KURDAN, LÊ BELÊ ZIRARÊ DIDE HEMÛ SÛRIYÊ

/kr/uploads/files/2022/12/25/193257_-.webp

Di heman çarçoveyê, de sekerterê Partî Dîmuqratî Kurdistanî-Sûriyê Ciwan Siko da zanîn ku çi nêzîkbûnek bi dewleta Tirk a dagirker re ne tenê zirarê dide Kurdan û herêmên Rêveberiya Xweser, lê belê zirarê didin hemû Sûriyê.

Siko diyar kir ku QSD′ê êdî di hevkêşeya Sûriyê de reqemeke zehmet e û îro ew sêyeka rûbera Sûriyê bi rê ve dibe û çi çare yan jî nêzîkbûn an lihevkirin û peyman bêyî vegera li van hêzan dê bandora xwe li ser erdê tune bin.

EV NÊZÎKBÛN WÊ NE HÊSAN BE

Siko diyar kir ku Rûsya, ji bo dewleta Tirk ji şerê Ukraynayê bi dûr bixe, dixwaze pê re bazariyan bike û wê di bombebarankirina nuqteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkarî kir.

Ciwan Siko got çi nêzîkbûnek di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de dê ne hêsan be.

(fr)

ANHA