Meclisa Girê Spî: Divê êlên li herêmên dagirkirî serî hildin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai Mihemed bang li eşîrên li herêmên dagirkirî kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê serî hildin.

Meclisa Girê Spî: Divê êlên li herêmên dagirkirî serî hildin
25 kanûn, 2022   23:44
EYN ÎSA

Têkildarî qetilkirina ciwanekî ji eşîra El Bû Esaf û revandina rûspiyekî ji aliyê çeteyan ve li bajarokê Elî Baciliyê yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî ve, cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hazai Mihemed ji ANHAʹyê re axivî

Hezai Mihemed diyar kir ku ji dema dagirkirina Girê Spî ve di Cotmeha 2019ʹan de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan ranewestiyane û got: "Şêniyên resen tên revandin, talankirin da ku ji herêmê werin koçberkirin."

Der barê revandina yek ji rûspiyên eşîra El Bû Esaf a Ereb li gundê El Elî Baciliye yê bi navê Hayil El Ehsan ku biraziyê serokeşîrê ye di hefteya borî de û piştî wê bi 2 rojan revandina xortê bi navê Xidir Casim El Mihemed ê ji heman eşîrê û xwestina 4 hezar dolar fîdya li beramber berdana wî Hezai got: “Revandina rûspiyê eşîrê ji bo tevahiya eşîrê neheqî ye, em li herêmekê ne ku eşîr stûnê wê ye û rûspiyê eşîrê tevahiya eşîrê temsîl dike.”

Hezai wiha domand: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî zilam û rûspiyan e, lê belê li dijî jinan e jî ku êdî jinan direvînin. Ev yek jî li herêmên me tiştekî biyanî û ne di cih de ye û ne li gor kevneşopî û adetên me ne.”

Ajansa me di 2 salên borî de revandina 15 jinan, ji wan 7 ji gundê El Elî Baciliye ne ku li pêşiya xwediyên wan lêdan li wan hat kirin belge kir.

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta xwe ya qirêj a revandina jinan dimeşîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber ku ew dizanin ev yek ji bo eşîrên herêmê xeteke sor e. Bi vê rêbazê hewl dide ku wan bitirsîne û ji herêmên xwe derkevin; da ku projeya xwe ya mêtinger bi hêsanî bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen, pêk bîne.”

Hezai di dawiya axaftina xwe de bang li eşîrên kantona dagirkirî kir ku li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê serî hildin û xwe radestî wan nekin.

(mh)

ANHA