Waqfa Jina Azad a Sûriyeyê nêzî 12 hezar kes perwere kirin

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di salekê de 5 hezar û 404 kes perwerde, 6 hezar 521 kes jî muayene û derman kirin.

Waqfa Jina Azad a Sûriyeyê nêzî 12 hezar kes perwere kirin
26 kanûn, 2022   01:50
QAMIŞLO

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê sala 2014`an li Qamişlo hatiye avakirin û armanca dike ku jinan di aliyê aliyê aborî, çandî, civakî û tenduristî pêş bixe. Weqfa ku destpêkê bi navê “Weqfa Jinên Rojava” hatibû avakirin, li gel mezinbûna xebatan, bi armanca ku hîtabî tevahiya jinên Sûriyeyê bike, di konferansa xwe ya sala 2021’an de navê xwe wekî “Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê” guhert. Dîsa ji bo  ku balê bikişîne ser pirsgirêkên jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn, hewl dide bi rêxistin û saziyên jinan ên welatên din re jî pêwendiyan çêbike.

Weqfa ku bi dirûşmeya "Jina azad bingeha civaka azad e" kar dimeşîne, li Reqqa, Tepqa Dêrazor, Kobanî, Dêrîk, Girkê Legê, Hesekê û kampên koçberan ên Waşokanî, Girê Spî, Hol  û Roj şaxên xwe vekirine. Li van deran bi dehan projeyên çandî, tenduristî û civakî pêk anîne. Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navnedên tenduristiyê, baxçeyên zarokan, malên zarokên bêkes, kargehên jinan û peymangehên muzîkê hatine avakirin. Girêdayî van projeyan bi hezaran jin li gund, bajarok, bajar û kampên penaberan hatine perwerdekirin.

Di 7 salan de weqfa jinan ku bi xebatên xwe bal kişand, di sala 2022’ay nde gelek kar meşandin.

XEBATÊN SALA 2022’YAN

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê xebatên xwe di bin navê komîteyên tenduristî, perwerde, hiqûq, aborî de dimeşîne. Di çarçoveya plansaziyên hatine derxistin de, her komîteyek, li aliyekê jin û zarokan perwerde dike, li aliyekê jî hewl dide pirsgirêkan çareser bike.

TENDURISTÎ

Komiteya Tenduristiyê, di nava salê de li aliyekê têkildarî nexweşiyan, tedbîrên ku pêwîste werin girtin û alîkariya destpêkê perwerde dan jin û mêran, li aliyê din jî bi perwerdeyên 3 mehî re erkdarên tenduristiyê yên ku karibin alîkariya destpêkê û xizmetên rojane yên tenduristiyê bikin, gihandin.  Di encama van plansaziyan de 716 ji wan jin, bi giştî hezar û 679 kes hatin perwerdekirin.

Klînîka mobîl (gerok) a girêdayî şaxa Dêrikê di nava salê de li 219 gundan hezar û 326 kes muayene û derman kirine.  Navendên tenduristiyê yên li Qamişlo, Hesekê û Girkê Legê jî 5 hezar û 195 jin û zarok muayene û derman kirine.

Weqif plan dike ku di sala 2023’yan de li Kobanê jî navenda tenduristiyê ji bo jin û zarokan veke.

Ji bo dermankirina birîn û nexweşiyan jî, weqfa jinan li Dirbêsiyê û Hesekê navendên dermanên xwezayî vekirine û plan dike ku sala 2023’yan li Qamişlo û Dêrikê jî dermanxaneyên dermanên xwezayî  veke.

PERWERE

Yek ji xebatên girîng ên ku weqfa jinê dimeşîne jî perwerde ye. Di vê çarçoveyê de sala 2022’yan li hemberî zîhniyeta baviksalarî-desthiladariyê û derbarê civak, malbat, zewac, hevjiyana azad û parastinê de gelek perwerde hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de li tevahiya navendên weqfê yên li Bakûr û Rojihlatê Sûriyeyê ji bo jin û mêran perwerde hatin dayîn. Her wiha li baxçeyên zarokan û navendên muzîkê jî perwerdeya zarokan hat dayîn. Di tevahiya van xebatan de 381 dewreyên  perwerdeyê hatin dayaîn û bi giştî 2 hezar û 755 kes hatin perwerdekirin.

ABORÎ

Di çarçoveya projeya ku jin karibin tevlî hilberîna aborî bibin û di jiyana aborî de bibin xwedî biryar, dewreyên perwerdeya cildirûnê (terzî), kuafor hatine vekirin û proje hatin pêşxistin. Di xebata cildirunê de 625, ya kuafor de jî 345 jin hatin perwerdekirin. 

Weqif her wiha ji bo 3 xwendekarên zanîngê jî burs dide.

ANHA