​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn

Şêniyên Kobanê 194 şehîdên ku di meha Kanûnê de şehîd bûne, her wiha Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarê wê şehîd Viyan û Nûjiyan û tevahî şehîdan bi meşeke bi meşaleyan bi bîr anîn û teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê kir.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Kobanê û Minbicê 194 şehîd bi bîr anîn
25 kanûn, 2022   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanan ji pêşiya mala ku sala borî di 25'ê Kanûnê de hatiye hedefgirtin û di encamê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Morhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên û Mesûd Îbrahîm şehîd bûne, xwepêşandan dest pê kir.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firat Hebûn Mihemed banga tolihldanê ji bo şehîdan kir û piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike vîn û îsrara ciwanan naşkîne û ew dê tê bikoşin heta ku dewleta Tirk têk bibin.

Piştî wê xwepêşandan ber bi Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê dewam kir û tev li merasîma bîranîna şehîdan bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firat orgenîz kiriye. Paşê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Em îro qehremanên destanên lehengiyê bi bîr tînin û saleke bi êş oxir dikin. Tê de me gelek berxwedêr oxir kir ku ji bo parastina welatê xwe, canê xwe feda kir.”

Eyşe Efendî diyar kir ku Kurd li Parisê careke din hatin qirkirin, ev yek jî asta komploya ku li dijî kurdan tê meşandin, nîşan dide. Eyşe anî ziman ku ew dê bi berxwedana gel bi serkevin.

Di dawiya merasîma de şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn û mûm li ser gorên wan vêxistin.

MINBIC

Têkildarî heman mijarê, Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê îro meşek bi meşaleyan li dar xist û şehîd Nûjiyan û Viyan û tevahî şehîdên ku di encama bombebarana balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk li ser Kobanê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarên wê, endamên meclisên rojhilat û rojava tev li meşê bûn û wêneyên şehîd Viyan û Nûjiyan,  wêneyên şehîdên komkujiya Parisê ya duyemîn hildan û siloganên ku berxwedana jina azad silav dike û hedefgirtina dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar dike, berz kirin.

Meş ji çerxerêya kolana El Berîd dest pê kir û li goristana şehîdan a başûrê bajêr rawestiye û veguherî mitingê. Di mitingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê Şêrîn El Ehmed diyar kir ku ew îro sembolên fedekarî, têkoşîne û fedaîyê şehîd Viya, Nûjiyan, hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.

Şêrîn lê zêde kir ku armanca komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan tunekirina projeya netewa demokratîk e. Şêrîn soz da ku rêya şehîdan bişopînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber bi dest bixin.

Meşa bi meşaleyan bi berzkirina siloganên ku banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dikin, berxwedana gelên azad silav dike bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mk7iC1_dZ6M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>