Kujerê Komkujiya Parîsê dîsa hat destgîrkirin

Êrişkarê ku li paytexta Fransa Parîsê 3 aktîvîstên Kurd qetil kir, dîsa hat destgîrkirin.

Kujerê Komkujiya Parîsê dîsa hat destgîrkirin
25 kanûn, 2022   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

ANF`ê bi bîr xist ku êrişkarê 69 salî Wîllîa M. ê ku li Parîsê roja 23’ê Kanûnê bi çekê êriş Navenda Çanda Kurd û 2 kargehên Kurdan kir û di encamê de 3 aktîvîstên Kurd qetil kir û 3 jî birîndar kir, bi hinceta tenduristiyê birin klînîka psîkîyatriyê. Piştre dîsa hat destgîrkirin.

Di klînîka girêdayî emniyetê de biryar hat dayîn ku kujer bê destgîrkirin û ji saet 16:25’an şûn ve, dîsa hat destgîrkirin.