​​​​​​​Şêniyên Til Birakê banga hesbpirsînê ji kujerên komkujiya duyemîn a Parîsê kir

Nivîsgeha PYD'ê konê sersaxiyê yê şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn li navçeya Til Berakê ya Qamişlo vegirt. Beşdarên merasîmê teqezî bi berdewamkirina berxwedanê û banga hesabpirsînê ji kujeran kir.

​​​​​​​Şêniyên Til Birakê banga hesbpirsînê ji kujerên komkujiya duyemîn a Parîsê kir
25 kanûn, 2022   17:38
QAMIŞLO

Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Til Berak a Qamişlo îro konê sersaxiyê ji bo şehîdên komkujiya Parisê ya duyemîn li avahiya partiyê veda.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî li konê sersaxiyê hazir bûn.  Biryar e ku kon 2 rojan dewam bike.

Rêveberiya Kongra Star a navçeya Til Birakê Rexed El Ehmed tevahî şehîdên azadiyê û şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn û duyemîn bi bîr anîv û sûcê hovane şermezar kir.  Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku tundiya li ser kurdan rawestînin û bang li hikumeta rojavayî kir ku dateyên vê sûcê terorîst eşkere bike.

/ar/uploads/files/2022/12/25/161454_img_7535.webp

Endama Hêzên Parastina Civakî ya Til Birakê Şeyma El Ehmed diyar kir ku ev cara hezarî ye ku dewleta Tirk tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike.

Şeyma El Ehmed destnîşan kir ku ew bang li gel dikin ku li dijî dijminên xweda û mirovahiyê bisekinin û hevgirtî bin.

Rêveberiyê Meclisa Til Birak Fewaz El Cedû komkujiya duyemîn a li dijî kurdan şermezar kir. Fewaz bang li hikumeta Fransa kir ku sûcdarê vê komkujiyê eşkere bike û radestî dadgehê bike.

Biryar e ku konê sersaxiyê heta roja duşemê dewam bike.

(dm)

ANHA