Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir

Pêkhateyên Hesekê bi xwepêşandanekê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û got ewê çalakiyên li Rojava û tevahî cîhanê dewam bikin û li hember van sûcên li dijî Kurdan heta serkeftinê destgirêdayî nemînin.

Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
25 kanûn, 2022   15:38
HESEKÊ

Xwepêşandan ji Çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer ber bi Parka Rêber Ocalan a li taxa Nasîre ya li Hesekê ve dest pê kir.

Xwepêşandêran alavên mûzîkê, wêneyên şehîdên komkujiyê, û diruşmên "bijî berxwedana rêber Ocalan", "Şehîd namirin" û "Bê serok jiyan nabe" hildan û berz kirin.

Li parkê, xwepêşandan vegerî mîtîngê û li wir endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul axivî û komkujî şermezar kir û got: "Gelo çawa sûcekî wiha li dijî kesayetên Kurd li dewleteke îdia dike ku demokrat e û parastina mafên mirovan dike, pêk tê."

Zozan wiha domand: "Pêkanîna mîna vê komkujiyê li dijî Kurdan li Fransa nîşaneya ku Fransa jî siyasetên sûcê li dijî Kurdan pêk tîne. Em ê çalakiyên xwe li Rojava û tevahî cîhanê dewam bikin û li hember van siyasetan destgirêdayî namînin."

Her wiha endamê PYD′ê ya li Hesekê Ferhan Etiye komkujiya li dijî çalakgerên Kurd ên li Parîsê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya alîgirên xwe yên li cîhanê bi giştî û Fransa bi taybet hewl dide Kurdan îmha bike."

Xwepêşandan bi vegirtina kon çalakiyê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve ku dê 2 rojan dewam bike, bi dawî bû.

(fr)

ANHA