​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê civîna salane li dar xist

Bi diruşma "Birêxistinkirin û perwerdê em ê şoreşa civakî pêk bînin, Jin, Jiyan, Azadî "Kombûna Jinan a Zanûbiya civîna xwe ya salane li Reqayê li dar xist û bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê civîna salane li dar xist
25 kanûn, 2022   16:56
REQA

Di civînê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbicê, Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.

Di civînê de endama rêveber a kombûnê Şehrezad El Casim perspektîfên rêber Abullah Ocalan ên li ser jinan xwendin.

Dûre endama Desteya Rêveber a kombûnê Nesrîn El Hesen rapora salane ya kombûnê xwend û tê de behsa astengiyên ji aliyên aborî, civakî û çandî ve kirin.

Piştî wê, sînevîzyonek li ser destkeftiyên kombûnê hate pêşandan.

Her wiha kombûnê daxuyaniyek da û ji hêla berdevk Xos El Îsa xwe ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin jinên di Kombûna Jinan a Zenûbiya, rêveberên jin ên di meclisên sivîl, ewlehî, leşkerî û partiyên siyasî de derketin qadan  û rejîmên faşîst, dîktator û desthilatên li her derê şermezar kirin û dengê xwe ji bo bidawîkirina zulm, tundî û dagirkeriyê bilind kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji ber rejîma desthilata zihniyeta baviksalarî ji bo avakirina dewletê bingeh digire, tundiya li dijî jinan ji hêla hikumet û dewletan ve pêk tê û îsbata mezin a li hember vê yekê, di 23′yê Kanûna 2022′yan de bi êrişeke çedarî li dijî Navenda Çanda Kurdî li Parîsê 3 Kurd şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Ew yek beriya salvegera 10′an a komkujiya li dijî Seknîne Cansiz û hevrêyên wê pêk hat.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kombûna Jinan a Zenûbiya, tevahî tevger û rêxistinên jinan û hemû jinên têkoşerê bi tundî sûcên qetilkirina jinan li tevahî dewletên cîhanê bi taybet sûca qetilkirinê ya li Fransa şermezar dikin.

Daxuyanî bi gelek encamnameyan bi dawî bû û ji hêla endama Desteya Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem Osman ve hatin xwendin û wiha ne:

Civîn bi hemû endamên kombûnê re werin lidarxistin.

Bernameyên dewreyên perwerdê yên vekirî, girtî û werşeyên xebatê werin zêdekirin.

Hemleyên zanakirina tevahî beşên civakê werin zêdekirin.

Xebat li ser pêkanîna qanûna jinê were kirin.

Bernameyeke taybet li komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan di 15′ê Sibatê de were amadekirin.

Amadekariya lidarxistina çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê, cejna Newrozê û rojbûna rêber Ocalan werin kirin.

Komîteya Koperatîfan a navendî were aktîfkirin.

Komîteya çandiniyê ya navendî were aktîfkirin.

Komîteya têkiliyên dîplomasî were aktîfkirin.

Komîteya Hîlala Zêrîn were aktîfkirin.

Komîteay tenduristiyê were aktîfkirin.

Civînên berfireh li herêman werin lidarxistin ku bandora rewşa aborî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li ser jinan werin lidarxistin.

Bernameya dewreya perwerdê ya meslekî ya vekirî li herêman ji endamên aborî re were temamkirin.

Dewreyên meslekî yên vekirî ji komîteyên edaleta civakî yên nivîsgehên kombûnê re werin lidarxistin.

Xebat li ser vekirina dewreyan ji kesên nexwendî re li hemû herêman ji malbatên şehîdan re were kirin.

Dewreyên perwerdê yên vekirî ji malbatên şehîdan re werin temamkirin.

Projeyên aborî li ser sîstema koperatîfê ku bikeve xizmetî jin û civakî werin aktîfkirin.

Şitilgeha çandiniyê li ser nave şehîd Delal a damezrînerê aboriya jinê li Reqayê, mezreya Ednaniyê, were aktîfkirin.

Projeya mezreya çêlan li Tebqa, herêma Tiwêhêniyê were amadekirin.

Kargeha Trîko û kargeha şîremenî werin aktîfkirin.

Amadekariya lidarxistina kongreya yekemn a Kombûna Jinan a Zenûbiya were kirin.

(fr)

ANHA