Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir

Şêniyên Kantona Qamişlo û Helebê bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û bang li hikûmeta Fransa kir ku lêpirsîneke zelal veke û sûcdarên her du komkujiyên Parîsê eşkere bike.

Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
Gel bi xwepêşandanan komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
25 kanûn, 2022   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî Komkujiya Duyem a Parîsê de, gel li navçeyên Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak û Helebê bi daxuyanî û xwepêşandanan helwesta xwe nîşan da.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/srhxK6SHKCE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên navçeya Çilaxa, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb û endamên saziyên sivîl û leşkerî li qada şehîd Mahsûm kom bûn û wêneyên şehîdên komkujiyên yekem û duyem ên Parîsê û yên YPG) û YPJ û yên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandêr li nav kolanên sereke yên navçeyê geriya û dîsa li heman qadê rawestiya.

Li wir, endama komîteya aboriyê ya Kongra Star a navçeyê Xisûn Mihemed El-Xezal komkujî şermezar kir û got: “Di 23’yê Kanûnê de 3 jinên têkoşer li Parîsê di encama êrişeke çedkarî li dijî Navenda Çanda Kurd a li Parîsê şehîd bûn, em jî van êrişan bi tundî şermezar dikin.”

Xisûn destnîşan kir ku êrişên bi vî awayî tevahiya gelê Kurd hedef digirin û bang li hikûmeta Fransa kir ku dest bi lêpirsînê bike û sûcdaran eşkere bike.

Piştre hevserokê şaredariya navçeyê Feysel Ebdulezîz Hesen wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van komkujiyan pirsgirêkan di navbera gelê Kurd û hikûmeta Fransa de derxe, nexasim ku hikûmeta Fransî li hember doza Kurdî xwedî helwestên erênî ye.”

Hesen bang li hikûmeta Fransî kir ku sûcdaran bi zelalî eşkere bike.

Xwepêşandan bi siloganên şermezarkirina komkijiyê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/48q5UyKaEoc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, bi sedan şêniyên Tirbespiyê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandêr li pêşiya navenda Kongra Star tevî hildana wêneyên şehîdên komkujiyên yekem û duyem ên Parîsê kom bûn û ber bi sûka navendî ve bi rê ketin.

Li wir, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir got: “Siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd li seranserî cîhanê didome ku dijminê gelê Kurd hewl dide bi rêya wê siyasetê tirsê li nav Kurdan û pêkhateyên din biçîne.”

Piştre xwepêşandêran berê xwe dan çalakiya konvedanê ya li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û li wir endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb wiha axivî: “Komkujiya Parîsê berdewama gelek komkujiyên bi armanca têkbirina projeya demokratîk e.”

Her wiha endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Xaliye Mihemed destnîşan kir ku hedefgirtina jinên azad siyaseta dewleta Tirk a dagirker e.

Xaliye şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û got: “Îro jin alên wan hildidin û li ser şopa wan in.”

Xaliye banga eşkerekirina sûcdarên komkujiyê li hikûmeta Fransî kir.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê heta sibe bidome.

TIL HEMÎS

Şêniyên Til Hemîsê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li pêşiya avahiyaTrafîkê kom bûn û alên şehîdên komkujiyên Parîsê hildan û li nav kolanên navçeyê geriyan.

Piştî ku gihîştin çerxerêya rojhilatê navçeyê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hemze Mihemed got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk a ku hemû pêkhateyên gel di nav xwe de hewandin, berê xwe da çalakkirina şaneyên xwe yên veşartî li Sûriyê û seranserî cîhanê.”

Piştre, hevserokê şaredariya navçeyê Yûsif El Mehûs komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker ên li ‎her derê, li hundirê Kurdistanê û derveyî wê û bi taybetî komkujiya Parîsê pêk anîne şermezar kir.‎

Her wiha, endama rêveber a komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Efra El Wesmî got: “Heta ‎niha doza Kurdî tê hedefgirtin ku li vê dawiyê jî êrişa terorî ya li dijî Navenda Çanda Kurdî li ‎Parîsê bû, ku di encamê de 3 Kurd şehîd bûn.”‎

Efra bang li hikûmeta Fransa kir ku sûcdarên komkujiyê eşkere bike û wan ceza bike, her wiha ‎ku êrişên wiha bi armanca têkbirina projeya neteweta demokratîk a rêber Ocalan in.‎

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l8IfEooEncw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi meşekê komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir.

Meşa ji aliyê Kongra Star ve hat organîzekirin, ji ber avahiya civînan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Kongra Star  û pankartên bi nivîsên "Berxwedana gel wê komployê têk bibe" û "Terora dewleta Tirk a li dijî jinan bi dawî bikin" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Meclisa Şehîd Gelhat a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya. Li vir bi navê Kongra Star Eyşe Hiso axivî û diyar kir ku komkujiya Parîsê ya duyemîn plana dewleta Tirk a dagirker e.

Eyşe Hiso anî ziman ku pergalên serdestê rola jinên pêşeng dizanin û wekî xetereyekê li ser xwe dibînin, ji ber vê yekê wan dikin hedef.

Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de got: "Divê em têkoşînê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî û projeya neteweya demokratîk xurt bikin."

TIL BIRAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z_wxatXfQvE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişloyê li ber firina alî kom bûn û daxuyanî da.

Endama rêveber a meclisa PYDʹê ya navçeya Til Birak Efaf El Salih daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat got "Komkujiya duyemîn a Parîsê komkujiya yekemîn a li dijî her sê jinên têkoşer, Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan têne bîra me."

Di daxuyaniyê de der barê komkujiyê de banga vekirina lêpirsînekê hate kirin

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re hat xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

ANHA