Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir

Şêniyên herêma başûrê Hesekê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û banga hevgirtina gel kir.

Şêniyên Hesekê komkujî şermezar kir
24 kanûn, 2022   15:36
HESEKÊ

Şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li qada Meclisa navçeya Şedadê kom bûn û alên QSD′ê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina komkujiyê hildan.

Xwepêşandan li kolanên navçeyê heta bi qada ciwanên şoreşger dest pê kir.

Li qadê Ebdulqadir Şaban li ser navê meclisên herêma başûr a Hesekê daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2022/12/24/144424_dsc_5981-copy.webp

Di daxuyaniyê de hate gotin Komkujiya Duyem a Parîsê ya li paytexta Fransayê Parîsê çêbûye, dewama komkujiya 9′ê Kanûna 2013′yan e û hate destnîşankirin ku AKP-MHP′ê û MÎT′a Tirk berpirsên vê komkujiyê ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrişeke komkujiyek pêk hat, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Şêniyên herêm û navçeyên başûrê Hesekê vê êrişa ku ji hêla AKP-MHP′ê hate plankirin şermezar dikin.

Di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û banga hevgirtina gelan hate kirin.

(fr)

ANHA