Arêz Abdullah: Divê Fransa aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bike

Endamê Polîtbûroya YNK’ê Arêz Abdullah der barê komkujiya Parîsê de got, pêwîst e hikûmeta Fransa sedem û aliyên di pişt komkujiyê de hene eşkere bike.

Arêz Abdullah: Divê Fransa aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bike
24 kanûn, 2022   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Polîtbûroya YNK’ê Arêz Abdullah der barê komkujiya Parîsê de peyamek belav kir. Arêz Abdullah di peyama xwe de got, “Mixabin duh li paytexta Fransa Parîsê destê zilm û zordestiyê gihişt Kurdan.”

Abdullah di peyama xwe de bi bîr dixe ku di nava 10 salan de ev duyemîn komkujî li Parîsê li ser Kurdan tê kirin û wiha pê de çû; “Ji ber zilm û nijadperestiya dewleta dagirker bi taybetî jî Tirkiye gelek kesan berê xwe dane Ewropaya demokrasî û mafên mirovan. Lê li wê derê jî rûbirûyê kirêgirtiyan û nijadperestan tên û bi awayekî bêheq xwîna wan tên rijandin. Ev demeke hikûmeta Fransa dostanî û hevkarî bi Kurdan re dike, lê li Parîsê Kurd tên kuştin. Pêwîst e sedemên vê tawanê werin eşkerekirin, tawanbar were cezakirin. Divê hikûmeta Fransa sedem û aliyên di pişt şehîd xistina Sakîne Cansiz û hevalên wê de jî eşkere bike.”