Di meşên li dijî komkujiyê de, gelek kes hatin girtin

Girseya ku Komkujiya Parîsê protesto kir, rastî êrişa polîsên Fransî hat. Gel li dijî êrişa polîsan li ber xwe dide. Gelek kes hatin destgîrkirin û birîndar hene.

Di meşên li dijî komkujiyê de, gelek kes hatin girtin
24 kanûn, 2022   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Gel komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin û di encamê de 3 Kurdistanî şehîd bûn, protesto kir. Polîsên Fransî bi bombeyên gazê û copan êrişî gel dike. Kurdistanî û dostên wan jî li dijî êrişê li ber xwe didin.

Polîsan gel dorpêç kiriye û hewl dide ku gel belavî komên biçûk biçe. Gelek kes hatin girtin û birîndar hene.

Êrişa polîsan û berxwedana gel, didome.