​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Minbicê bi xwepêşandaneke girseyî Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Minbicê komkujiya li Parîsê û tecrîd şermezar kirin
24 kanûn, 2022   12:30
MINBIC

Bi hezaran şêniyên Minbic, şêxên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî têkildarî tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan û Komkujiya Parîsê Duyemîn li dar xist.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Mîzanê heta ber bi qada giştî ya li naverasta bajêr dest pê kir. Xwepêşandêran banga rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana rêber Apo" berz kirin.

Li qada giştî xwepêşandan vegerî mîtîngê, li wir hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo axivî û wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide pênûsên zarokên me bişikîne. Ji ber dizane ku zarokên me pêşeroj in. Di dirêjahiya salên borî de dewleta Tirk a dagirker rêbzên hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê diguhere û derbeyê li ewlehî û îstîqrarê dide."

El Ebo wiha domand: "Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, dewleta Tirk a dagirker rêbazên êrişên xwe guhartin. Bi rêya balafirên bêmirov û şer êriş kir. Ji ber ew baş dizane ku nikare li hember tivingên şervanên me li ber xwe bide û dest bi hedefgirtina rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir."

El Ebo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dawî hovîtiya xwe eşkere kir û wiha pê de çû: "Bi rêya balafir û êrişên yekser derbeyê li aboriya herêmê dide da ku vîna gelê me bişikîne. Ew jî piştî di derbekirina ewlehî û îstîqrara herêmê de bi bin ket."

El Ebo behsa komkujiyên li dijî Kurdan kir û ev tişt got: "Terora wê li vir nesekinî, lê belê bi rêya komkujiya duh li Parîsê kiriye, sûcên xwe parzemîn derbas kirin û êdî her kes dizane ev terorê derbeyê li çi fikrê demokratîk ê li her derê dide."

Xwepêşandan bi şermezarkirina komkujiya Parîsê, êrişên dewleta Tirk a dagirker, banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA